Hevserokên BDP û KCD'ê ji bo sersaxiyê diçin Kobanê

Hevserokên BDP û KCD'ê ji bo sersaxiyê diçin Kobanê

Hevserokên KCD û BDP'ê û parlamenterên BDP'ê, ji bo biçin serdana sersaxiya malbata Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ku kurê wî Şervan Muslim ê YPG'yî di pevçûna pêr de jiyana xwe ji dest da, ber bi Deriyê Sînor ê Murşît Pinarê ve ketin rê.

Hevserokên KCD'ê Ehmet Turk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş ji bo biçin serdana sersaxiya malbata Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ku kurê wî Şervan Muslim ê YPG'yî di pevçûna pêr de jiyana xwe ji dest da, ber bi Deriyê Sînor ê Murşît Pinarê ve ketin rê.

Li gel, hevserokên KCD'ê Turk û Tûglûk û parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Bînîcî û Nazmî Gur 2 endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê bi balafirek ji Enqerê daketin Balafirgeha GAP a Rihayê. Hevserokên BDP'ê Kişanak û Demîrtaş jî li gel parlamenterên BDP'yî û Şaredaran bi rêya bejahî ji Amedê hatin Rihayê.

Heyeta BDP û KCD'ê li Balafirgeha GAP a Rihayê hatin cem hev û ji bo bi karwaneke dirêj a wesayîtan derbasî Kobanê bibin ketin ser rêya Deriyê Sînor ê Murşît Pinar ê li navçeya Pirsûsê. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, rayedaran destûr dane heyetek ji 10 kesan, ku ji bo serdana sersaxiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.