Hevserokên KCD-BDP: Newroza îsal xwedî wate û mîsyonekî dîrokiye
Hevserokên KCD-BDP: Newroza îsal xwedî wate û mîsyonekî dîrokiye
Hevserokên KCD-BDP: Newroza îsal xwedî wate û mîsyonekî dîrokiye
Hevserokên KCD'ê û BDP'ê têkildarî Newroza îsal li avahiya KCD'ê ya civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyar kir ku, dê îsal gelê Kurd di Newroza 2013'an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşeroja xwe deng û awazên xwe bilind bikin. Turk anî ziman ku, dê Newroza îsal bibe Newroza azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd. Turk diyar kir ku, dê îsal Newrozê li 42 bajaran bi tevahî li 130 navendan pîroz bikin.
KCD'ê û BDP'ê têkildarî Newroza Îsal ku bi hişyariya "Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re Statû, bi Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad" pêk bê, li avahiya KCD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk û Hevserokên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kışanak û Selahatin Demîrtaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir Nivîskar Nuray Mert û gelek endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî Amade bûn.
Di civînê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyar kir ku, dê îsal Newrozê bi hişyariya "Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re Statû, bi Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad" pîroz bikin û wiha got: "Em dê Newrozê li gorî ruhê pêvajoyê pîroz bikin. Gelê Kurd dê di vê Newrozê de Azadiya Birêz Ocalan û azadiya gelê Kurd biqîrin. Ev Newroz dê bibe azadiya Ocalan û statuya gelê Kurd. Newroza 2013'an dê bibe azadiya gelê Kurd û Ocalan. Ji bo azadiya Birêz Ocalan gelê me dê raperîn, berxwedan û hêza xwe li qadan derxe holê. Gelê Kurd ji bo statûya xwe û mafê xwe yê wekheviyê bixwaze dê li qadan deng û awazê xwe bilind bikin. Em li Newroza îsal pir cuda dinerin. Hemû gelê Kud dê di Newrozê de dakevin qadan û azadiya xwe û rêberê xwe Birêz Ocalan biqîrin. Ji bo siyaseta demokratîk dê bi dengekî bilintir biqîre. Ev newroz dê bibe Newroza çareserî, azadî û statuya gelê kurd. Dê bibe Newroza Demokratikbûna Rojhilata Navîn."
NEWROZ DÊ LI 130 NAVENDAN PÊ BÎROZKIRIN'
Turk anî ziman ku, bi salane pirsgirêka Kurd tê înkarkirin û bi riya înkar û îmhayê tê xwestin çareser bibe, lê êdî ev rê û rêbaz nabe çareserî û wiha got: "Azadiya gelê Kurd azadiya gelê tirk û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Newroza 2013'an dê rê li pêvajoya serdemek nû veke. Îro BDP, KCD, û hemû saziyên sivîl ên civakî ku bi wan re di nava piştevanî û şewirmeniyê de ye, bernameyek hevpar ava dikin. Dê li 42 bajar û bi tevahîe li 130 navendan Newroz di navbera 17'ê Adar û 21'ê Adarê de bi tevlêbûn û coşa herî mezin bê pîrozkirin. Ji bo dawetkirina kesên taybet ên li derve û li hundir 1950 dawetiye hatin amadekirin. Em dê perspektîf û peyamên Birêz Ocalan bi awayekî raste rast li gel parve bikin."
Turk da zanîn ku, Newroza 2013'an dê bibe destpêka pêvajoya nû û wiha berdewam kir: "Em li bendê ne ku gelê me bi ruhekî nû û tevlîbûna herî xurt beşdarî Newrozê bibe. Peyamê ku di Newroza li Amedê derkeve pêş pir girîng in. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku wekî qada meşa ber bi Azadiyê ve tevlî Newrozê bibin û azadiyê biqîrin."
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk destnîşan kir ku, Newroza 2013'an xwedî wateyek dîrokî ye û wiha axivî: "Newroza îsal ji hemû newrozan girîngtire. Çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiyane firesetek dîrokî bi dest xistiye. Wateya dîrokî ya Newroza îsal hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê ye. Ev pêvajoya diyalogêye. Em hemû hevparên demokratîk û sivîl ên kurd bi awayekî biryar û xurt piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ji bo çareseriya demokratîk û azadî pêş bikeve em berpirsiyariya dîrokî didin ser xwe. Em bang li hemû gelê kurd û dostê gelên kurd dikin û dixwazin bi tevlîbûnek xurt beşdarî Newroza îsal bibin. Em îsal Newrozê bi silogana ji Birêz Ocalan re Azadî ji Gelê Kurd re Statû, ji Kurdistanê re statû pîroz dikin. Em dê aştiyek bi rûmet û vîna gelê Kurd bê nasîn dixwazin. Gelê Kurd dê dîsa vîna xwe ya diyalog, muzakere û aştiya bi rûmet derxe holê.
'GER KU AŞTÎ TÊ XWESTIN DIVÊ ŞERTÊN OCALAN BAŞ BIBIN'
Tûglûk da zanîn ku, di aliyê diyalog û çareseriya demokratîk de firsetek dîroki hatiye bidestxistin û ger aştî te xwestin divê beri her tiştî divê Ocalan azad bibe û wiha got: "Gelê Kurd dê di vê Newrozê de azadiya Birêz Ocalan biqîrin. Ger ku behsa aştgiyê û çaresriyê dikin wê demê Aktore sereke Birêz Ocalan rol û mîsyonê xwe aşkere kiriye. Ji bo civaka Tirkiyeyê azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe divê ev pêvajoya hatiye despêkirin serkeftî pêş bikeve. Birêz Ocalan rêberê çareseriyê û aştiyê ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê pêşniyar dike. Divê ev pêvajoya ku ji aliyê Birêiz Ocalan ve hatiye destpêkirin neyê revandin. Ger ku hikûmet û gelê Tirkiyeyê rast nêzî pêvajoya Îmraliyê bibe tê demokrasî pêş bikeve. Ji ber vê yekê em pir girîngiyê didin vîna Birêz Ocalan. Divê kes ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî nêzî vê pêvajoyê nebin.
Tûglûk rapora Komîsyona Mafê Mirovan a Roboskiyê jî rexne kir û diyar kir ku, ev rapor nayê qebûl kirin û wiha got: "Birêz Ocalan dibêje ger ku jiyana hevpar, çareseriya hevpar û têkoşîna hevpar tê xwestin divê vîna gelê Kurd li er çavan bê girtin. Qendîlê vîna xwe ya çareseriyê nîşan da. Ger ku bi milyonan dakevin kolan û qadan û daxwaza azadiyê biqîrin dê demokrasî pêş bikeve. Divê bi milyonan li qadan azadiya Birêz Ocalan bixwazin."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demirtaş jî diyar kir ku, Newroza 2013'an dê di dîrokê de Newroza herî girseyî û herî bi wate û xwedî mîsyon be û wiha got: "Peyama ku Birêz Ocalan bi wesîleya Newrozê bide dê rê û rêgehek nû bide ber me û pêvajoyê araste bike. Heya niha hemû agirên Newrozan bêy ku tarîtiyê ronî nekin derbaz nebûne. Agirê îsal jî dê hemû tariyan ronî bike.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî anî ziman ku, dê Newroza 2013'an dê bibe destpêka gavek dîrokî û bibe serdema çareseriya demokratik û muzakereyan.