Hevserokên MGRK'ê çûn serdana şervanên YPG'ê
Hevserokên MGRK'ê çûn serdana şervanên YPG'ê
Hevserokên MGRK'ê çûn serdana şervanên YPG'ê
Hevserokên MGRK’ê çûn serdana bendên kontrolê yên YPG’ê yên li herêma Tirbespiyê û Çilaxa.
Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurditsnê (MGRK) Sînem Mihemed û Ebdulselam Ehmed di çarçoveya piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re li herêma Tirbespiyê û Çilaxa çûn serdana bendên kontrolê yên YPG’ê û rewşa şervanan ji nêzîk ve şopandin.
Hevseroka MGRK'ê Sînem Mihemed li gundê Tilelo yê Çilaxa çû serdana şervanên li bendên kontrolê yên YPG'ê yên li eniyên pêş ên şerê li dijî komên çete. Sînem diyar kir ku, YPG'ê ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmên Rojavayê Kurdistanê şerekî bi rûmet birêve dibe û ji hemû pêkhateyan xwest ku tevlî nava refên YPG'ê bibin û herêmên xwe biparêzin.
Li aliyê din şandeyeke MGRK'ê ku Hevserokê MGRK'ê Ebdulsekam Ehmed û endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şêxmûs Ehmed û endama rêvebiriya Yekîtiya Star Welîda Botî jî di nav de bûn çûn serdana bendên kontrolê yên YPG'ê yên li gundên Til Elo, Ebû Hicêra, Xirab Bajar, Himara, Beyazê, Tabûra Şehîd Sebrî, Tabûra Şehîd Demhat û Akademiya Şehîd Xebat.
Şervanên YPG'ê ku pêşwaziya şandeyê kirin kêfxweşiya anîn ziman û diyar kirin ku, ew ji bo parstina Rojavayê Kurdistanê li dijî hemû awayên êrîşan bi biryarin ku parastina herêmê bikin.