Hewldana çeteyan têk çû: 2 çete hatin kuştin

Hewldana çeteyan têk çû: 2 çete hatin kuştin

Çeteyên li nêzî bajarê Til Temirê hewl dan li dijî nuqteya kontrolê ya YPG'ê êrîşê bikin, rastî bersiva şervanên YPG'ê hatin û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, 2 çeteyên DAIŞ’ê îro saet di 10.15’an de hewl dan bi wesayîteke ku ji aliyê gundê Aliye ya girêdayî bajarê Til Temirê ve dihat êrîşî benda kontrolê ya hêzên YPG’ê bikin, rastî bersiva YPG’ê hatin. 

Çeteyan dema nêzî benda kontrolê bûn, wesayîta xwe li nêzî benda kontrolê rawestandin, jê peya bûn û reviyan. Şervanên YPG’ê jî ji aliyê xwe ve wesayîta tevî cebilxaneya ku têde bû, teqandin û li pey çeteyan çûn. Şervanên YPG’ê li nêzî gundê Becariyê yê girêdayî Til Temirê herdu çete hedef girtin û bêtesîr kirin. Her wiha çekên li ser çeteyan jî hatin desteserkirin.