Hewlêr bi êrîşên bombeyî hejiya
Hewlêr bi êrîşên bombeyî hejiya
Hewlêr bi êrîşên bombeyî hejiya
Bajarê Hewlêrê îro bi êrîşên bombeyî hejiya. Êrîş bi wesayîtên bombebarkirî li dijî Muduriyeta Giştî ya Emniyetê ya li kêleka Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistana Federal rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê 5 wezîfedarên asayîşê jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 20 jî birîndar bûn.
Li hemberî Muduriyeta Giştî ya Emniyetê ya li kêleka Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistana Federal, bi wesayîtên bombebarkirî êrîş hat kirin. Di êrîşa li taxa yek ji taxên qelebalix ên bajêr ku bi navê "60 metre" jî tê zanîn rû da. Hat ragihandin ku di êrîşê de wesayîteke ambûlansê hatiye bikaranîn.
Hat hînbûn danê nîvro ji aliyê komeke "çalakgerên xwekujî" ve 4 teqînên cuda rû dane. Rûdaw TV îdîa kir ku êrîşkar ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine kuştin, Waliyê Hewlêrê jî ji Kurdistan TV re peyivî û diyar kir ku di bûyerê de 4 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dane.
Çavkaniyên herêmî jî dan xuyakirin ku 29 kesên di êrîşê de birîndar bûne, rakirin nexweşxaneyan. Heman piştî teqînê, li gelemperiya bajêr tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin stendin û ketin û derketina ji bajêr hat kontrolkirin. Li bajêr xeta telefonê qut bûye û destûr ji kesî re nayê dayîn ku biçin herêma Muduriyeta Emniyetê û Wezareta Karên Hundir lê ye.
Di sala 2007'an de li heman cihî dîsa bombe teqiya bûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn.