Heya niha 205 caran daristanên Mêrîwanê hatin şewitandin
Heya niha 205 caran daristanên Mêrîwanê hatin şewitandin
Heya niha 205 caran daristanên Mêrîwanê hatin şewitandin
Agirê ku heya niha bi daristan û mêrgên herêma Mêrîwanê ketî, bi hezaran donim xwezaya herêmê kiriye xwelî. Heya niha jî karbidestanên rejîma Îranê yên herêmê ti hewildanek ji bo çareseriya vê pirsgirêkê nedane. Di du rojên derbasbûyî de daristan û mêrgên 5 gund û navçeyên din ên herêmê hatin şewitandin.
Li gorî zanyariyên ku ji herêmê bi dest ketine: “Di 15’ê Îlonê de daristanên gund û navçeyên Pawe û Newsu li herêma Hewreman, gundê Tiflî girêdayî Sewlawa, gundê Ziwêran ê Mêrîwanê û her wiha roja 14’ê Îlonê qadeke daristanî ya gundê Beyele hat şewitandin.”
Hat ragihandin, di van du rojên dawiyê de li herêmê hejmara agirberdana daristan û mêrgên herêmê gihişte 205’an.