Heyama nû ya karê Krêş û Zarokan
Heyama nû ya karê Krêş û Zarokan
Heyama nû ya karê Krêş û Zarokan
Di Gerînendetiya Şaxa Karên Krêş û Zarokan a di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de heyama nû ya perwerdeyê destpê dike.
Gerînendetiya Şaxa Karên Krêş û Zarokan a di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji bo pêşxistina hunerên zarokên di navbera 0-18 salî de karê xwe dimeşîne heyama perwedeya 2014-2015'an destpê dike.
Di bin vî banî de perwerdeya matematîk, lîstikên aqilî, zanistên civakî, perwerdeya hemkûfî, muzîk, atolyeya zimanê Kurdî, desteka dersê, sînema û kişikê ji zarokan re tê dayîn. Îsal li dora 700 zarokên di navbera 6-14 salî dê sûdê ji vê perwerdeyê wergirin.
Heyama perwerdeyê 15'ê Îlonê destpê dike, 30'ê Gulanê bi dawî dibe. Kesên ku dixwazin qeyda xwe çêkin dikarin serî li karên xwendekaran ên Gerînendetiya Şaxa Karên Krêş û Zarokan a li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bidin. Maweyê perwerdeyê qeyd dê berdewam bin.
Par ji ber eleqe zêde bû havînê jî serlêdan hatin kirin, xizmet hate dayîn.
ODEYÊN LÎSTIKÊ LI BENDA ZAROKAN IN
Odeyên lîstikê yên li taxên Ben û Sen, Îskanevleri Sosyal Konutlari, Hasirli, Yenîkoy û Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê dê 15'ê Îlonê dest bi dewra nû ya perwerdeya xwe bikin. Zarokên 4-5 salî dikarin serî li odeyên lîstikê bidin. Qeydên van odeyan li Gerînendetiya Şaxa Karên Krêş û Zarokan tê kirin.
DI KRÊŞÊ DE HEYAMA NÛ YA PERWERDEYÊ
Krêşên Kurdî ku di bin banê Gerînendetiya Şaxa Karên Krêş û Zarokan de perwerdeyê didin dest bi dewra nû ya perwerdeyê kir. Gelek serlêdana krêşan heye û 52 zarok dê tê de perwerde bibin.
Li aliyê din Atolyeya Lîstikên Darîn ku di bin banê Gerînendetiya Şaxa Karên Krêş û Zarokan de ye jî amadekariyên xwe didomîne. Piştî amadekarî qediyan atolyeya navhatî dê dest bi karê xwe bike.