Heyata Rojava piştî astengiyên leşkerên Tirk li ser sinor gihişt Amedê

Heyata Rojava piştî astengiyên leşkerên Tirk li ser sinor gihişt Amedê

 Heyeta Rojava ku endam û rêveberên PYD'ê jî hene û dê sibê tevlî mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aşitiya Cihanê bibe, gihişt Amedê.

Heyeta Rojava ku dinavde Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, Endamê Lijneya têkiliyên ji derve ya TEV-DEM Xetîce Îbrahîm, Serokê Meclisa Gel a Tirpê Spî û Endamê Meclîsa PYD'ê Ciwan Mustefa gihiştin Amedê.

 Heyet, li ber avahiya BDP'ê ya Amedê ji aliyê parlamenterên BDP'ê ve bi siloganên "Bijî PYD" ve hat pêşwazîkirin. Heyet piştî gihişt BDP'a Amedê, daxuyanî da. Hevsroka PYD'ê Asya Abdullah axivî û wiha got: "Em weke heyeta Rojava 1'ê Îlonê li Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ku xwediyê pêvajoya aşitiyêye û hemû kesên ji bo aşitî, azadî û demokrasiyê têkoşînê didin pîroz dikîn." Abdullah, diyar kir ku ewê weke gelê Rojava heya dawiyê wê di siyaseta demokratîk û çareseriya aştiyane de israr bikin.

Abdullah, da zanîn ku ger mudexela leşkerî li herêmên gelê Rojava çêbibe mafê xwe parastina wan heye û wiha got: "Li derve di nav hêzên navnetewî de tê nîqaş kirin. Em hemû dizanin gelê Suryeyê li dervene. Heya niha tu nêrînek hevbeş li ser pêşeroja Suryê tûne ye. Ji bo vê ew hewildanên ku vê dawiyê hene û biryara mudaxeleya leşkerî li Suryê çêbibe, li gorî siyaseta û projeya me ya siyasî em herdemî bi çareseriya siyasî û aştiyanerene. Bêy ku şerên dijwar çêbibin û gelê Suryê bedelên giran bide. Em alîgerin ku biryar berê hatibû girtin di civîna Cenevrê ya duyemîn ku çêdibe de hemû alî beşdar bibin û di wê civînê de nêrînên hevbeş ji bo pêşeroja Suryeyê derkevin. Eger hêzên netewî biryara mudaxeleya leşkeri li hember sazî, dezgahên û ji bona ruxandina rejîma behsê çêbibin, eme weke gelê Rojava tişta ku esas bigirîn herêmên me yên xweserin. Divê mudaxele li ser herêmên gelê Rojava çênebin. Eger mudaxele ji kîjan hêzan ve li ser herêmên me were kirin mafê me yê xwe parastinê heye."