Heyet ji bo hevdîtina bi Ocalan re li benda bersivê ye

Heyet ji bo hevdîtina bi Ocalan re li benda bersivê ye

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin ku ji Wezareta Edaletê hînê bersivek ji bo hevdîtina wan a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nehatiye. Bûldan got, "Hevdîtin, dibe ku sibê pêk were."

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya li gel birayê xwe Mehmet Ocalan a 7'ê Cotmehê re got, "Ezê nêrînên xwe di 15'ê Cotmehê de aşkera bikim" çav li rê bû ku îro hevdîtina BDP-Ocalan pêk bihata, lê belê hat hînbûn ku hînê hikûmetê bersiv nedaye.

Tê payîn Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan beşdarî hevdîtinê bibin. Bûldan diyar kir ku heta niha Wezareta Edaletê ti bersiv ji serlêdana wan a hevdîtinê re nedaye, lewma tê payîn hevdîtin sibê pêk weere. Bûldan got, "Eger bersiv were dayîn, dibe ku em sibê biçin giravê."

Heyeta BDP'ê herî dawî di 15'ê Îlonê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.