Heyet PDK-YNK li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kir

Heyet PDK-YNK li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kir

Heyetek ji nûnerên Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) çû Qendîlê û bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anî. Hat ragihandin, di hevdîtinê de mijarên Kongreya Netewî ya Kurdistanê, bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya çareseriya demokratîk hatine nirxandin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, roja 9'ê Tebaxê heyetek ji endamê Polîtburo ya PDK'ê Kemal Kerkûkî û nûnerê YNK'ê Sedî Ehmed Pîre çû Qendîlê û bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re hevdîtin pêk aniye.

Di hevdîtinê de endamên Konseya Rêveber a KCK'ê Ronahî Serhat û Zekî Şengalî jî amade bûn. 

Hat ragihandin di hevdîtinê de mijarên Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku amadekariyên wê li Hewlêrê dewam dike, pêvajoyoa çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û rewşa li Rojavayê Kurdistanê hatine nirxandin.