Heyet: Sibe em dê biçin dîlgirtiyan werbigirin

Heyet: Sibe em dê biçin dîlgirtiyan werbigirin

Heyeta ji bo leşker û rayedarên dewletê yên di destê HPG’ê de dîlgirtî teslîm werbigire gihişte Hewlêrê. Heyetê diyar kir ku, ew dê sibe leşker û peywirdarên dewletê yên di destê HPG’ê de teslîm werbigirin.

Heyeta ji bo leşker û rayedarên din ên dewletê yên ji aliyê HPG'ê ve hatin girtin serbest bê berdan hate avakirin, serê sibê ji Deriyê Sînor yê Xabûrê re derbazî Başûrê Kurdistanê bûn. Heyet di demjimêr 13.30'an de gihişte Hewlêrê. Parlementera BDP'ê Sehabat Tuncel ji ber qedexeya wê ya derveyî welat hebû di nav heyetê de cih negirt. Heyeta ji parlementerên BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Adîl Kurt, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî û Serokê Giştî ya MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal li Nûnertiya BDP'ê ya Hewlêr daxuyaniyekî kin da.

Nûnerê BDP'ê yê Hewlêr Cemal Coşkun bi heyetê re daxuyanî da û diyar kir ku, sibe dê PKK dîlên dewletê yên di destê xwe de radestî heyetê bike. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ji Hikûmeta Herêmê ya Başûrê Kurdistanê jî dê 2 kes di nava heyetê de cih bigirin.

Navên leşker û rayedarên dewletê yên di destê HPG'ê de wisa ne: Namzetê Qeymeqam Kenen Erenoglu, Serheng Abdullah Sopçeler, çawişên pispor Zîhnî Koç û Kemal Ekîncî, leşker Hadî Gîzlî, Ramazan Başaran, Reşat Çeçan û polîs Nadîr Ozgen.