Heyeta Alman dê beşdarî doza rojnamevanan bibe

Heyeta Alman dê beşdarî doza rojnamevanan bibe

Ji rojnamevan, siyasetmedar û nûnerên weqfê yên Almanyayê heyetek, ji bo rojnamevanên girtî yên Tikriyeyê di 10’ê îlonê de ji bo ku weke çavdêr tevlî dozê bibin dê bên Stenblê. Endamên heyetê diyar dikin ku li cihê ku azadiya çapemeniyê tune be dê tu nirxên demokratîk li ser piyan nemîne û dê banga hestiyariyê bikin.

Pisporê hiqûqê yê navnetewî û parlamenterê berê Prof Dr Norman Panech, serokê koma meclisa DIE LINKE Willî van Ooyen, derhênerên rojnameya Neues Deutschland Jurgen Reents, enamên sendîkaya Yekeitiya Rojnameya Almanyayê Joachîm Legatîs,nûnerên Weqfa Hessen Rosa Luxemburg Murat Çakir, aktîvîstê mafê Mirovan Wolfgang Kanz û rojanmegera Edgar Auth, Dinah Riese, Benjamin Hiller û endamê lijneya dju-Münih Michael Backmund di heyetê de cih digire.

Heyet dê di navbera 9-12’ê îlonê de li Stenbolê be. Heyet dê beriya doze hinek hevdîtina bi parlamenter, nûner û aktîvîstan re pêk bîne.

Endamên heyetê bi hatina stenbolê re ev daxuyanî pêk anî:

Em geşedanên li Tirkiyeyê ên derbarê azadiya raman û çapemeniyê de fikareke mezin temaşe dikin. Pêkanîna rojanmegeriyeke azad û bê sansur hîmê demokrasiyê ava dike. Li cihê ku çapemeniya ne azad û asteng hebe li wir dewet li ser piyan nameîne. Kesên di qda çapemeniyê de dixebitin sedemên wan yên taybet ku nirxên civakî dewleta hiqûqî ya demokratîk biparêze heye. Li welatê xwe û li neheqiya navnetewî dengê xwe bilinkirin em wekî peywireke welatîbûnê dibînin. Ji ber vê berpirsyariyê em tên Stenbolê.

Nêzî 100 xwendekarî girtî ne. Ev yek bi giştî li dijî demokratîkbûna hikûmeta Tirkiyeyê ye. Tirkiyeya ku xwe wekî dewleteke hiqûqî ya civakî û demokratîk dide nasîn, bi astengkirina çapemeniyê re bixwebawerbûna xwe wenda kiriye.

Pirsgirêkên ku Tirkiye pê re rû bi rûye, divê pêşî azadiya firik, raman û çapemeniyê bike bin ewlehiyê. Divê rojnamevan, ku dixwazin pîşeya xwe bi awayekî rast bînin cih bi sûcdariyên ne rast neyên sûcdarkirin û heta ku rojnamevan girtî bin mirov nekarin behsa demokrasiyê bikin. Ji ber vê jî em bang li komara Tirkiyeyê dikin ku bila rojanmegerên girtî serbest berdin. Em bi hevalên xwe yên girtî re di nava piştevahiyê de ne. Em dê rewşa wan bişopînin û agahiyê bidin rayagiştî ya Alman û Ewropayê.

Der bare heyetê de agahî:

Prof. Dr. Norman Paech, zanyarekî Almanyayê û aktîvîstê aştiyê ye. Di 2001’ê de ji partiya SPD’ê îstîfa kir û di 2005’an de tevli xebatên partiya Çep bû. Di navbera 2005-2009’an de endamtiya meclisa Federal kir. Di 2010’an de di Gemiya Mavî Marmara yak u alîkarî dibir Gazeyê de cih girt û ji ber ku mudaxaleya Israîlê rexne kir, rastî rexneyê giran hat. Her wiha tevgera kurd û pirsgirêka kurd ji nêz ve nas dike.

Willi van Ooyen, 1947’an de ji dayik bûye.Ooyen di salên 1970’î pêşengê tevgera Alman bû. Ji salên 80’ê şûnde meşa aştiyê ya Paskalya bi rêxistin dikir. Nûnerê aktîf yê tevgera aştiyê ya navnetewî ye. Ji 27’ê çileya 2008’an heta niha hevserokê koma meclisa parlamentoya Eyaleta Hessen a Partiya DIE LINKE dike.

Jurgen Reents, ji 1999’an heta niha gerînendeyê giştî yê rojnameya Neues Deutschland ye. Di 1949’an de ji dayik bÛye. Di navbera 1983 – 1985’an de endamê partiya Keskan a Federel bû. Piştre derbasî Partiya PDS bû û buroya çapemeniyê bi rê ve bir.

Joachim Legatis, 1960’an de ji dayik bû. Ji 1994’an heta niha di rojnameya Alsfelder Allgemeine de dixebite. Pisporê polîtîkaya navnetewî ye.

Edgar Auth, di 1951’ê de ji dayik bûye. Ji Zanîngeha Frankfurt beşe Siyasetê qedandiye. 32 salan li rojnameya Frankfurter Rundschau de xebitî. Ji 2010’an heta niha jib o Ajansa Nûçeyan a Alman Darpd dixebite.

Murat Çakır, di 1960’an de ji dayik bûye. Bi salan serokatiya Federal û Hesen û hevesrokatiya Komeleya Peneberên Tirkiyeyê kiriye. 5 salan di radyoya Hessen û Lijneya Bilind a Televîzyonê de endamtî kir. Endamtiya Partiya Çep û WASG û berdekiya lijneya rêveberiya partiyê kiriye. Ji 2006’an heta niha di Weqfa Luxemburg a Rosa de dişijule. Di rojnameya Ozgur Gundem û Yenî Ozgur Polîtîkayê de jî dinivîse.