Heyeta BDP diçe Îmraliyê

Heyeta BDP diçe Îmraliyê

Heyeta BDP, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, diçe Îmraliyê.

Hat hînbûn, heyeta ji Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, dê di nava saetekê de têkevin rê.

Heyeta BDP'ê herî dawî di 15'ê Îlonê de hevdîtin kiribû û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 7'ê Cotmehê a li gel birayê xwe Mehmet Ocalan re ragihandibû û ewê nêrînên xwe yên derbarê rêveçûna pêvajoyê de di 15'ê Cotmehê de aşkera bike.