Heyeta BDP’ê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Heyeta BDP’ê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Hevserokê BDP’ê Selahetîn Demîrtaş û Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan, ji bo hevditinê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Demîrtaş û  Bûldan di seatên sibehê de ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. Heyeta BDP'ê herî dawî di 17'ê Tebaxê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.