Heyeta BDP’ê derbasî Tirkiyeyê bû

Heyeta BDP’ê derbasî Tirkiyeyê bû

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta ligel piştî hevdîtinên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistanê di Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî Tirkiyeyê bûn.
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn û heyeta BDP’ê piştî hevdîtinên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistan di Deriyê Sînor ê Xabûr re derbasî Tirkiyeyê bûn. Demîrtaş û heyeta ligel ji aliyê endamê Desteya Rêveber a BDP’ê Ferhat Tarhan, endamê Meclîsa Partiyê yê BDP’ê Salih Baykal, gelek welatî, serok û rêveberên BDP’ê yên bajar û navçeyan ve hatin pêşwazî kirin. Heyeta ku destpêkê çû Rêxistina BDP’ê ya Silopiya, paşê derbasî Şirnexê bû.