Heyeta BDP’ê ji Qendîl vegeriya
Heyeta BDP’ê ji Qendîl vegeriya
Heyeta BDP’ê ji Qendîl vegeriya
Heyeta BDP’ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevdîtinekî 8 saetan li gel rayedarên KCK’ê pêk anîn, derengiya şevê vegeriyan Tirkiyê.
Heyeta BDP’ê ku di 15’ê Îlonê de li Îmraliyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbûn, piştî ku li ser pêvajoya çareseriyê li gel rêveberên KCK’ê hevdîtin kirin, di saetên dereng de vegeriyan Tirkiyê. Heyeta ku ji Hevserokê BDP’ê Selehettîn Demîrtaş, Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat, bi Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û rêveberên din ên KCK’ê re hevdîtin pêk anî. Li dû hevdîtinê Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan li Hewlêrê bi balafirê û Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenter Sirri Sureyya Onder jî bi rêya bejahî ji deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.
Tê payîn ku Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş îro der barê hevdîtinê de di meşa ku li Amedê ya “Ji bo Ocalan azadî û ji bo Kurdistanê jî Statu” bê kirin de, daxuyaniyekê bide.