Heyeta BDP’ê li ser rêya Qendîle

Heyeta BDP’ê li ser rêya Qendîle

Nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo PKK’ê şandiye, şandeya BDP’ê ji bo bigehîne Qendîlê dê îşev li Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê be.

Heyeta BDP’ê ku piştî serdana Îmraliyê kir û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê name nivîsandin, îşev yek ji wan nameyan ya ji bo Qendîlê digehe Herêma Başûrê Kurdistanê. Nameya di nav de Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk heyî heyeta 6 kesî, çav lê ye ku bi rêya esmanî bigehîn Silêmaniyê. Hate diyarkirin ku, Parlementerê BDP’ê Sirri Sureyya Onder ji bilindahiyê tirsa wî heye birêya bejahiyê tê.

Tê texmîn kirin ku, heyeta BDP’ê dê sibe ber bi Qendîlê ve biçe û nameya Ocalan bigehîne rayedarên PKK’ê.