Heyeta BDP’ê û KCD serdana Partiya Yeketiya Îslamî kir

Heyeta BDP’ê û KCD serdana Partiya Yeketiya Îslamî kir

Heyeta BDP û KCD’ê ku ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rayedarênPKK’ê re nivîsandiye bişînin Qendîlê hatibûn Başûrê Kurdistanê hevdîtinê xwe didomînin.

Heyeta ku ji Hevserokên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Parlementerên BDP’ê Altan Tan û Sirri Sureyya Onder pêktê, di demjimêrên sibehê de serdana Partiya Yeketiya Îslamî kirin.

Piştre heyet ji bo hevdîtina bi Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa re hevdîtinê bike, hatin navenda giştî ya partiyê.  Li vir Ahmet Turk di derbarê girtekên ku tê îdîakirin yên aydê hevdîtinên pêvajoya çareseriyê ne daxuyaniyek da.

Ahmet Turk da diyarkirin ku, “Ketina girtekan ya çapemeniyê me ji vir bihîst, em van nîqaşan weke spekulasyon dinirxînin, lêkolîn dikîn û vedikolîn.” Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş jî got, ew dê piştî hevdîtina bi Serokê Tevgera Goran Norşîrwan Mistefa daxuyaniyekê bide çapemeniyê.