Heyeta BDP û KCD'ê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn

Heyeta BDP û KCD'ê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn

Heyetek ji 10 kesan ku di nav de Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û Hevserokên KCD'ê Ehmed Turk û Aysel Tûglûk jî hene, ji bo biçin sersaxiya malbata Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku di pevçûneke 9'ê Cotmehê de kurê wî Şervan Muslim jiyana xwe ji dest da, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Heyetek ji 10 kesan ku di nav de Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û Hevserokên KCD'ê Ehmed Turk û Aysel Tûglûk jî hene, ji bo biçin sersaxiya malbata Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku di pevçûneke 9'ê Cotmehê de kurê wî Şervan Muslim jiyana xwe ji dest da, ji Deriyê Sînor ê Murşît Pinar derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Beriya derbasbûnê, hejmareke zêde leşker û maşînên zirxî yên polîsan li ser deriyê sînor û xeta sînor hatin bicihkirin. Heyeta KCD'ê bi balafirê, heyeta BDP'ê jî bi rêya bejahî destpêkê çûn Rihayê ji wir derbasî Pirsûsê bûn û dûre jî ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, serî li rayedaran dan.

Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk dema li hêviya derbasbûnê disekinî axivî û diyar kir ku ewê li gel Hevserokên BDP'ê, parlamenter û rêveberên partiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê bibin.

Turk diyar kir ku armanca çûyîna wan, serdana sersaxiyê ji bo malbata Hevserokê PYD'ê Salih Muslim e û got, "Di heman demê de em dixwazin nîşan bidin ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Rojava de em li gel wan in. Gelê Kurd gelekî êrîşkar nîne. Lê belê di mijara yekitiya xwe de gelekî berxwedêr e. Ji bo em nîşan bidin ku em li cem têkoşîna gelê xwe yê li Rojava ye û bi wan re ne, em diçin sersaxiya malbata Şervan Muslim."

Piştî demeke kurt, heyeta ji 10 kesan ku di nav de Hevserokên BDP'ê Demîrtaş, Kişanak, Hevserokên KCD'ê Turk û Tûglûk jî hebûn, bi 4 wesayîtan ji Deriyê Sînor ê Murşît Pinar derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Di dema derbasbûnê de Parlamanterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur ê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar agahdariyeke kurt kir û anî ziman ku bernameya wan dê saet di 17:30 de bi dawî bibe û ewê ji Deriyê Sînor ê Murşît Pinar vegerin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heyet dê ji aliyê girseya gel ku di nav de endamê Konseya Bilind a Kurd Enver Muslim û Serokê Meclîsa Gel Ehmed Şêxo jî heye, were pêşwazîkirin. Ji aliyê din ve, dema heyet li benda derbasbûnê bû, ji binê xetê dengê sirûda neteweyî ya Kurd hat bihîstin.