Heyeta BDP û KCD'ê ji Rojava vegeriya Rihayê

Heyeta BDP û KCD'ê ji Rojava vegeriya Rihayê

Heyeta ku hevserokên KCD'ê û BDP'ê di navde ji 10 kesan pêk dihat piştî çûn malbata Salih Muslim ziyaret kirin û sersaxî xwestin ji Kobanî vegeriyan Rihayê.

2 roj berê Şervanê YPG'ê û kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim Şervan Muslim li herêma rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) di pevçûna di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de jiyana xwe ji dest da. Piştî Şervan Muslim jiyana xwe j dest da li Kobanî ji bo Muslim mala sersaxiyê hat vekirin û serdana sersaxiyê xebûl kir.

Li ser vê yekê heyeta ku Hevserokên Giştî yên BDP Gultan Kişanak, Selehattin Demîrtaş û Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî di navde ji 10 kesan pêk tê, di deriyê Kobanî re derbasî Rojava bûn û malbata Hevserokê PYD'ê Salih Muslum ziyaret kirin. Heyeta KCD û BDP'ê pişti çûm malbata Muslim ziyaret kirin di saetên êvarî de di deriyê Murşît Pinarê re derbasî Pirsûrê ya Rihayê bûn.