Heyeta DÎSK’ê li sînore

Heyeta DÎSK’ê li sînore

Heyeta DÎSK’ê ya ji Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Genel-Îş’ê Remzî Çalişkan û nûnerên herêmî ya DÎSK’ê pêk tê çû xeta sînorê Kobanê ku zîncira mirovan lê hatiye avakirin.

Heyeta çû Pirsûsê li wir çû serdana Şaredariya Pirsûs û rêxistina DBP’a Pirsûsê. Piştî serdana Şaredariya Pirsûsê, heyet derbasî avahiya DBP’ê bû û li wir ji aliyê parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Ertugrul Kurkçû û Cîgira Hevseroka HPG’ê Meral Daniş Beştaş ve hatin pêşwazîkirin. Heyet der barê nobetê de agahî girt û bi armanca ku balê bikişînin ser êrîşên  DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê û piştgiriyê bidin berxwedana li sînor wê biçin Alîzer ê Pirsûsê û li wir daxuyaniyekê bidin.