Heyeta Elman: Rojava ji bo Rojhilata Navîn mînak e
Heyeta Elman: Rojava ji bo Rojhilata Navîn mînak e
Heyeta Elman: Rojava ji bo Rojhilata Navîn mînak e
Parêzer Brîgtte Kîcehle, dîroknas Mîchel Knapp û rojnamevan Nîck Braûns ku ji bo şopandina bûyerên li Rojavayê Kurdistanê di nava meha Cotmehê de çûn Rojava, çavdêriyên xwe bi panêlekê li Berlînê ji raya giştî re ragihandin.
Panêl êvara Şemiyê li Komeleya Berlînê hat lidarxistin û dîroknas Mîchel Kanpp û rojnamevan Nîck Braûns bi wêneyên kişandî re çavdêriyên xwe vegotin.
Mîchael Knapp diyar kir ku ji bo çûyîna Rojava gelek zehmetî derketine pêşiya wan û pêwistî bi erêkirina PDK'ê hebû û got, "Dema em ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûn, me digotin em ne li Kurdistanê ne, mîna ku ji dewleteke xwedî rêzik û qeydeyên tund derbasî dewletek din dibin."
Nîck Braûns jî derbarê mijarê de got, "Eger destûra rayedarên PDK'ê nebe, ji Başûrê Kurdistanê çûyîna Rojava nabe. Derbasbûna bi rêyên îllegal jî xeter e."
Knapp da xuyakirin ku der heqê Rojava de gelek agahiyên cuda yên derew-şaş li nava raya giştî belav bûne û destnîşan kir ku ji bo rewşê li cih bibînin wan biryar dane heyeteke bi vî rengî ava bikin. Knapp ragihand ku ji bo der barê ambargoyê de agahiyan bistînin ew destpêkê li Başûrê Kurdistanê bi rayedarên PDK'ê re rûniştine û yek ji alîkarên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî yê ji bo Rojava hatiye wezîfedarkirin ji wan re gotiye, "Li hemberî Rojava ambargo nayê meşandin. Lê belê biryara çi wê derbas bibe çi wê derbas nebe, ezê bidim. Lê em naxwazin alîkarî bi rêya PYD'ê li gel were belavkirin, ji ber ku ev yek wê bibe sedem ku PYD xwe di nava gel de bide hezkirin." Knapp diyar kir ku bi vî rengî; herçend navê ambargoyê lê neyê kirin jî, li hemberî Rojava ambargoyek tê meşandin.
AMBARGOYA KURD A LI HEMBERÎ KURDAN NAYÊ FÊMKIRIN
Knapp axaftina xwe wiha dewam kir: Dema behsa ambargoya li hemberî Rojava tê kirin, em bi tenê behsa ambargoya ji Başûrê Kurdistanê nakin. Ji nava Sûriye û Tirkiyê jî ambargo tê meşandin. Rojavayî bi xwe gotin. Ji me re gotin, 'Ji bo me ya herî bi êş û giran, ambargoya Kurdan a li dijî Kurdan e.' Bêguman ji bo me jî ev yek cihê xemgîniyê ye. Em ambargoya Tirkiyê fêm dikin. Lê belê ev helwesta rayedarên Başûrê Kurdistanê nayê fêmkirin."
Nîck Braûns jî çavdêriyên xwe bi vî rengî vegot: "Ji ber ku deriyê sînor ê Sêmalka girtî ye, bazirganiya li gel Başûrê Kurdistanê nayê kirin. Di warê xizmeta tenduristiyê de pirsgirêk tên jiyîn. Gelek caran doktor nikarin dermanê pêwîst peyda bikin û nexweşxan derman bikin. Di vê mijarê de li Başûrê Kurdistanê hewldan hatin kirin, lê belê hat astengkirin. Ji ser Başûrê Kurdistanê ti derman nagihêje Rojavayê Kurdistanê. Me fêmkirin ku ev yek pêkanîneke kêfî ye. Gelek caran PYD'ê weke hincet nîşan didin û li hemberî Rojava ambargoyê datînin."
RÊXISTINBÛYÎNA XWESER A LI ROJAVA
Knapp da xuyakrin ku tevî şerê navxweyî yê li Sûriyê li Rojava modêleke alternatîf û xweser hatiye avakirin û got, "Li Rojava ji ber şerê Sûriyê di nava şer de şer, di nava ambargoyê de ambargo tê meşandin. Di serî de xwe parastin, bi derfetên gelekî kêm gel meclîsên xwe, komîteyên tenduristiyê, meclîsên jinan û komun ava kirine û bi vî rengî pergal û şoreşa xwe daniye rûniştandin. Li Rojava dema beha Xweseriya Demokratîk tê kirin, daxwaz ji kesî nayê kirin. Bi tenê hewl didin pergala xwe bicih bînin."
Knapp bal kişand ser navgîneke din a parastinê ya li Rojava Asayîşê û got, "Asayîş, pergaleke ewlekariyê yan jî polîsiya di berdêla pereyan de tê kirin nîne. Berevajî ji dilxwazan û gel pêk tê. Ev yek ezmûneke girîng e. Ji ber ku pergaleke ewlekariyê ya ji nava gel ji bo gel hatiye avakirin, tê qebûlkirin."
Nîck Braûns jî ragihand ku li gel pevçûnên li Rojava jiyan dewam dike û got, "Mirov jiyana xwe ya rojane dewam dikin, ji ber ku YPG heye ku gel û Rojava ji êrîşên ji derve diparêze. YPG baweriyê dide mirovên li Rojava. YPG ne hêzeke ji derve hatiye, hêzeke ji nava gel derketiye holê ye. Di nava gel de mirov dema behsa YPG'ê dikin dibêjin: Zarokên me. Ev yek girêdana gel û YPG'ê ya bi hev re nîşan dide."
Braûns di dewama axaftina xwe de got, "Detayeke girîng e ku li hemberî êrîşên çeteyan ên li dijî Rojava herkes bêdeng in. Hin derdorên siyasî ji bo destketiyên Rojava belav bikin û veguherînin destketiyên xwe, bi awayekî vekirî piştgiriyê didin çeteyan."
JIN JIYANÊ DIYAR DIKIN
Nîck Braûns di şoreşa Rojava de bal kişand ser rola jinê û got, "Jin di her qadên jiyanê de aktîf in û xwe veguherandine sazîbûne. Di çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê de bandora jinê tê dîtin. Di nava şert û mercên şer de hebûna pêşketinên bi vî rengî gelekî girîng e. Yek ji destketiyên herî girîng ên şoreşa Rojava, bandora feraseta azadiya jinê ye. Jin di komîteyên xweparastin, meclîsên gel, meclîsên jinan, xebatên ciwanan û di siyasetê de hêza diyar e. Di cih de ye ku mirov destketiyên jinan weke şoreşa di nava şoreşê de bi nav bikin."
Braûns da xuyakirin ku divê piştgirî ji ezmûna Xweseriya Demokratîk a li Rojava re bê dayîn û got, "Ev ezmûn hem ji bo Sûriyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn pêşketineke girîng û mînakdar e."
Ragihandina çavdêriyên Kanpp û Braûns ên bi wêneyan, dê di rojên pêş de li Hambûrg, Bremen, Hannover, Stûttgart, Mannheîm, Munchen, Koln, Dusseldorf û gelek bajarên din ên Elmanyayê dewam bike.