Heyeta HDP-DBP-KCD’ê bi Talabanî re rûnişt
Heyeta HDP-DBP-KCD’ê bi Talabanî re rûnişt
Heyeta HDP-DBP-KCD’ê bi Talabanî re rûnişt
Heyeta KCD, HDP û DBP'ê têkildarî kongreya neteweyî, parastina hevbeş û rewşa Şengalê bi rayedarên KCK'ê û Serokkomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî re hevdîtinê pêk anîn. Endamên Heyetê silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Talabanî re ragihandin.
Heyeta ji Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û gelek kesên din pêk tê duh li Qendîlê li bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anîn û pişt re derbasî Silêmaniyê bûn, bi Serokomarê Iraqê yê berê û Serokê YNK'ê Celal Talabanî û rayedarên YNK'ê re hevdîtin pêk anîn.
Endamên heyetê ji çapemeniyê re girtî bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anîn û di seatên nîvro de Talabanî ziyaret kirin. Endamên heyetê ji çapemeniyê re girtî Talabanî ziyaret kirin û silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Talabanî re ragihandin. Endamên heyetê têkildarî hevdîtinê de agahî dan û diyar kirin Ocalan ji ber nexweşiya Talabanî xemgîniya xwe aniye ziman û kêfxweşiya xwe ya Talabanî vegeriya Kurdistanê ragihand û silavên taybet şandin.
Endamên heyetê piştî bi Celal Talabanî re hevdîtin pêk anîn derbasî Navenda Giştî ya YNK'ê ya li Silêmaniyê bûn û bi rayedarên YNK'ê re hevdîtin pêk anîn. Endamên heyetê bi awayekî germ hatin pêşwazîkirin û hevdîtin ji çapemeniyê girtî re nêzî seatekê berdewam kir. Piştî civînê Hevseroka KCD'ê Selma Irmak têkildarî hevdîtinê de daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtinên wan gelek erenî derbas dibin û di hevdîtinan de li ser yekîtiya neteweyî, alîkariyên ji Şengal û Nînova re axivîne û wiha got: "Heyeta me ji bo komkujiyên li Şengalê pêk tên û krîza mirovahiyê ya derket holê biryara ziyaretê girt. Jixwe tenê Şengal na yekîtiya Kurdan pêkanîn gelek girîng e. Em ji bo rewşa gelê xwe yê Şengalê bi birayên xwe re parve bikin hatin vir. Hevserokên me, wekîl û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Birêz Ahmet Turk re em hatin me hevdîtin û ziyaret pêk anîn. Li vir me bi birayên xwe re li ser yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî hevdîtin kirin. Weke tê zanîn li eniya şer hêza parastina hevbeş heye divê ji vê yekê siyasetmedar peyameke baş derxin û ya pêwîst bikin."
Irmak, destnîşan kir ku piştî vê serdana xwe wê derbasî Rojava bibin û der barê hevdîtina xwe ya bi rayedarên KCK'ê de agahî dan. Irmak, anî ziman ku rayedarên KCK'ê girêdana xwe ya ji biryarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyar kirine û wiha axivî: "Ne tenê li Şengalê, her wiha ji bo Nînovayê jî tiştên pêwîst e bên kirin me nirxandin. Piştî vê em ê derbasî Rojava bibin û rewşê li cih bibînin. Rayedarên KCK'ê di hevdîtinê de helwestek zelal danîn holê. Rayedaran diyar kirin ku ew li pişt biryarên Birêz Ocalan in û ji bo Kongreya Netewî çi dikeve ser milê wan amade ne ku bikin. Hem rayedarên KCK'ê hem jî yen YNK'ê di warê kongreya neteweyî de helwesteke baş danîn holê. Mam Celal û rayedarên YNK'ê destnîşan kirin ku ew amade ne ji bo Şengal û Nînovayê çi pêwîst be bikin."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî got ku lazim e vîna ku di çeperên şer de derketiye holê demdirêj û mayînde bibe. Turk, wiha domand: "Wekî hûn dizanin li hemberî êrîşên DAIŞ'ê hêzên Kurd hemû heza xwe kirin yek û xetek hevpar a parastinê ava kirin. Em ji bo ev yekîti veguheze yekîtiyeke neteweyî hatine vê derê."
Turk di berdewamê de der barê tenduristiya Celal Talabanî de jî agahî dan û wiha axivî: "Bi boneya ku em wî carek din li Kurdistanê dibînin, dilşad û bexwetawar in. Ji bo di demek lez de ew baş be em dua dikin. Lewra Mam Celal ji bo siyaseta Kurd xwedî tecrûbeyek mezin e. Em hêvî dikin ku ev ji bo avakirina yekîtiya gelê Kurd jî wê çi ji destê wî were bike. Ez di wê baweriyê deme ku vê carê dê yekîtiya gelê Kurd pêk were."
Heyet, pişti hevdîtinê ji bo bi Serokê Herema Kurdistana Federal Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike, dê derbasî Hewlêrê bibe.