Heyeta HDP, DBP û KCD'ê çû Başûrê Kurdistanê
Heyeta HDP, DBP û KCD'ê çû Başûrê Kurdistanê
Heyeta HDP, DBP û KCD'ê çû Başûrê Kurdistanê
Heyeta ji Hevserokên HDP, DBP, KCD û parlamenterên HDP'ê, ji bo nirxandina rewşa piştî êrîşên DAIŞ'ê rû da çû Başûrê Kurdistanê.
Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) Leyla Ferman û parlamenterên HDP'ê Nazmî Gur û Erol Dora, ji bo nirxandina rewşa li dû êrîşên li Şengalê rû da, derbasî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heyeta ku danê sibê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bû, wê destpêkê ji bo hevdîtina bi rayedarên KCK'ê re biçe Qendîlê. Li dû hevdîtina li vir heyet wê derbasî Hewlêr û Silêmanî bibe û li vir jî di asta bilind de hevdîtinan bike. Di serdanê de, kongreya neteweyî, parastina hevpar û yekîtiya navbera Kurdan wê nuqteyên bingehîn ên hevdîtinê bin.