Heyeta ÎHD'ê banga 'hilweşandina dîwarê şermê' kir
Heyeta ÎHD'ê banga 'hilweşandina dîwarê şermê' kir
Heyeta ÎHD'ê banga 'hilweşandina dîwarê şermê' kir
Heyetek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê ku tê xwestin dîwarê şermê lê bê lêkirin lêkolîn kir û banga 'hilweşandina dîwêr' li parêzvanên mafên mirovan kir.
Heyeta ÎHD'ê ya ji Serokê Şaxê Mêrdînê Erdal Kûzû, Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî û Serokê Baroya Mêrdînê Azad Yildirim pêk dihat, der barê 'dîwarê şermê' yê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo tê lêkirin, lêkolîn kir.
Heyetê dema ku li ser sînor lêkolîn dikir, ji maşînên zirxî yên leşkeriyê timî hişyarî lê dihat kirin, ku ji erdê mayinkirî derkeve. Piştî ku heyetê lêkolînên xwe qedand, li ser navê wê Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî daxuyaniyek da. Bîlîcî bibîr xist ku wan gelek caran ji raya giştî re aşkera kirine ku sînorê heyî bi xwe jî ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin û got, "Li gel vê yekê, dewlet û hikûmeta AKP'ê ji bo li ser sînor sînoran çê bike, dest bi lêkirina dîwêr kir."
Bîlîcî di dewama axaftina xwe de got, "Bi lêkirina dîwaran re, polîtîkayeke ku rewşa heyî xerabtir dike tê şopandin. Em weke parêzvanên mafên mirovan vê dibêjin. Ti carî ji vê polîtîkayê encamek nehat wergirtin û diyar e ku ji niha û pê ve jî wê ti encam jê neyê." Bîlîcî destnîşan kir ku di şûna çêkirina dîwarên nû de divê AKP dîwarê navbera xwe û Kurd, mûxalîf û gelên din xera bike.
Bîlîcî ragihand ku eger ev were kirin dê diyalog û muzakere bi pêş ve biçin û got, "Hûn bi vî rengî dikarin çareseriyê pêk bînin, bi vî rengî hûn dikarin aştiyê bînin Rojhilata Navîn, bînin Tirkiyê. Bi vê wesîleyê me gelek caran anî ziman ku em vê yekê qebûl nakin, emê qebûl nekin. Niha li pişt me hîmê 'dîwarê şermê' tê danîn. Emê di her şert û mercî de, di her platformê de vê teşhîr bikin. Emê li dijî vê derkevin. Ji ber ku ev dîwar dê pêşeroja me tarî bike. Ji aştiya Tirkiyê re xizmetê nake. Êdî tiştên bi kêrî aştiya li Tirkiyê were biafirînin. Werin em dîwaran hilweşînin, hev bibînin, diyalog û muzakereyê pêk bînin."
Serokê Baroya Mêrdînê Azad Yildirim û Serokê ÎHD'ê Şaxê Mêrdînê Erdal Kûzû jî di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku ewê ti carî dîwarê li ser sînorê Sûriyê tê lêkirin qebûl nekin.
Heyeta ÎHD, piştî hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên li herêmê re, dê raporekê amade bike û vê raporê bi raya giştî re parve bike.