Heyeta jinan hevdîtinên xwe temam kir
Heyeta jinan hevdîtinên xwe temam kir
Heyeta jinan hevdîtinên xwe temam kir
Heyeta jinan a ji bo jinên Êzidî yên rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ hatin ziyaret bikin çûn Rojava û paşê jî hatin Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe temam kirin.
Heyeta jinan a ku ji 25 kesan ku di nav wan de Parlamenterên HDP’ê Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel, Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Melda Onur, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şaziye Kose, Seroka Giştî ya SES Gonul Erden, ji Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê Zuleyha Gulum, endama Konseya Navendî ya TTB Filîz Încekare, parêzvanên mafên Mirovan, rojnamevan û parêzeran pêk dihat, îro Deriyê Sînor ê Xabur re derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Jinan di ziyaretên xwe yên du rojan de têkildarî pêwîstî û pirsgirêkên ku Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ koç kirine agahî girtin.
Heyeta jinan piştî Rojava çûn Zaxo, Duhok, Laleş, Hewlêr û Mexmûr. Heyete herî dawî Hêzên Parastinê yên Mexmûr û Sûryaniyên ji ber êrîşên çeteyan koç kirin û li Dêra Ezîz Yusuf dimînin ziyaret kirin.
Parlamentera HDP’ê Ayla Akat Ata piştî serdana xwe ya Mexmûr ku daxuyanî da got ku hem xemgîn û hem jî keyfxweşin û wiha dewam kir: “Em hatin Mexmûra azad. Beri ya ku em bên vir me got, em diçin cihê ku şer lê didome.”
Akat got ku ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdên Êzidî hatine. Ji bo deng tevlî dengen Şîî, Asurî, Turkmen, Sûryanî û Keldaniyan bikin jî hatine. Ata wiha dewam kir: “Piştî serdanên xwe me xwest em Hêzên Parastina Mexmûr ziyaret bikin. Ji ber her kesî got, em birevin lê di pêşengiya YJA STAR û HPG’ê de û paşê bi piştgiriya pêşmergeyan we rizgar kir. Ev ji bo me ji her tiştî girîngtir e.”
‘EM HÊZA PARASTINA JINAN E’
Li ser navê Hêzên Parastina Mexmûr Sîdar Botan anî ziman ku ji serdana heyeta jinan keyfxweşin û wiha dewam kir: “Her kesê li vir şer dît. Hê jî şer didome. Li vir hevalên me şehîd ketin. Di dîroka partiya me de sozên ji bo şehîdan hatine dayîn hene. Em ji çi gel, bawerî û çandê dibe bila bibe, Kurd, Ereb, Suryanî, Êzidî, kîjan jin dibin esaretê de be û rastî êrîşan bê em vê wek êrîşa li hember rûmeta xwe dihesibînin, em xwe wek hêza parastina wan jî dibinin. Ji ber vê sedemê ji Mexmûrê heta Şengalê li çar parçeyên Kurdistanê û li ku devera cîhanê dibe bila bibe têkoşîna ji jinan re ji bo me esas e. Em li ser vî esasî tevdigerin û soza ku me daye şehîdên xwe em bi cih tînin.”
Heyet careke din vegeriya Hewlêr û Dêra Ezîz Yusuf a 2 hezar 500 Suryaniyan xwe spartiyê ziyaret kirin. Heyeta ku serdanên xwe temam kirin ji Başûrê Kurdistanê veqetiyan. Wê heyet têkildarî şopandin û agahiyên xwe raporekê amade bikin.