Heyeta Jinên DOKH’ê yên rêwiyên Rojava gihiştin Hewlêr
Heyeta Jinên DOKH’ê yên rêwiyên Rojava gihiştin Hewlêr
Heyeta Jinên DOKH’ê yên rêwiyên Rojava gihiştin Hewlêr
Heyeta DOKH'ê ku di navde Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk û 10 aktîvîstên DOKH'ê hene ji bo biçin Rojava gihiştin Hewlêerê.
Heyeta aktîvîstên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ku di navde Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Cîgira Hevserokên Giştî ya BDP'ê Yuksel Mutlu, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan, Şaredara Liceyê Fikriye Aytin, Endama Meclisa Daîmî ya KCD'ê, Nurhayat Altun û nûçegîhanên JINHA'yê jî hene bi boneya biçin Rojava û bi PYD'ê re hevdîtinan bikin çûn Hewlêrê. Heyet, beriya derbasî Rojava bibe, dê li Hewlêrê hin hevdîtinan pêk bîne. Ji bo bîranîna kesên di êrîşa bombeyî de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan, heyet wê biçe serdana sersaxiya rêveberiya herêmê.
Heyeta jinan ku ji bo biçin Rojava çûn Herêma Federal a Kurdistanê, piştî serlêdana fermî dê di Deriyê Sînor yê Sêmalka re derbasî Rojava bibin.