Heyeta KCD-HDP-DBP derbasî Rojava bû

Heyeta KCD-HDP-DBP derbasî Rojava bû

Heyeta KCD-HDP-DBP’ê ku di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî û kongreyê de li Başûr serdan pêk anî, ji deriyê Sêmalka derbasî Rojava bû.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevseroka Federasyona Êzdiyên Ewropayê Leyla Ferman, parlamenterên HDP’ê Nazmî Gur û Erol Dora, hevşaredarê Mezin yê Mêrdîn Ahmet Turk, rêveberê Buroya DBP’ê yê Hewlêrê Cemal Coşkun Û Aslan Emîngul jî di nav de heyet derbasî Rojava bû.

Heyeta ku duh şeva xwe li Duhokê derbas kirin îro saet di 10.00’an de derbasî Rojava bûn û li deriyê Sêmalkê ji aliyê cigirê serokê hikûmeta Kantona Cizîrê Hisên El-Ezam û hevserokê Meclisa Qanûnî Nezîra Gewriyê  û komek parlamenter ve hat pêşwazîkirin.

Heyet û rayedarên Rojava derbasî kampa Newrozê bûn û penaberên Êzidî ziyaret kirin. Li pirsgirêk û bûyerên hatin serê wan guhdarî kirin. Heyet dê piştî nîvro biçe Amûdê û bi hikûmeta Cizîrê re hevdîtinekê bike.