Heyeta KCD-HDP-DBP ji Rojava vegeriya

Heyeta KCD-HDP-DBP ji Rojava vegeriya

Hevdîtinên heyeta KCD-HDP-DBP’ê yên li Rojava bi dawî bûn. Endamên heyetê yên herî dawî bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Cizîrê re hatin gel hev, bal kişandin ser mekanîzmayên hevpar ên di navbera Kurdan de.

Heyeta ku ji Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, parlamenterên HDP'ê Nazmî Gur û Erol Dora, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Hevseroka Federasyona Êzidiyên Ewropayê Leyla Ferman, nûnerên DBP'ê yên Hewlêrê Cemal Coşkun û Şîlan Emînoglu pêk dihat hevdîtinên xwe yên li Rojava temam kirin.

Heyeta KCD-HPG û DBP’ê li Rojava destpêkê çûn ziyareta Kampa Newroz a Êzidiyên Şengalê lê dijîn.

Heyet paşê çûn Şehîdgeha Xebat Dêrik û ji wir jî derbasî Navenda Tenduristiyê ya ku şervanên YPG/YPJ’ê yên di şerê dijî DAIŞ de birîndar bûne lê tên dermankirin. Endamên heyetê yên bi şervanan re demekê sohbete kirin silametî ji wan re xwestin û paşê ber bi bajaroka Girkê Legê ve bi rê ketin.

Heyet li Girkê Legê bi Hevserokên Kantona Cizîrê Himêdî El-Deham û Hediye Yusiv re hat gel hev. Paşê ber bi Amûdê ve ket rê.

Li Amûdê jî bi rayedarên rêveberiya Xweser a Demokratîk a Cizîrê û Meclîsa Zagonsaz re hatin gel hev.

Piştî hevdîtina li avahiya Serokwezîrtiyê li ser navê rayedarên Rojava û heyetê civîneke hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de Ahmet Turk ku destpêkê axivî, bal kişand ser girîngiya Yekîtiya Neteweyî û diyar kir ku bi êrîşên çeteyan re girîngiya Kongreya Neteweyî û yekîtiya neteweyî careke din derketiye holê.

Hevserokê Hikûmeta Kantona Cizîrê Ekrem Hiso jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana heyetê anî ziman û got ku ji ber hewldanên heyetê yên ji bo avakirina yekîtiya neteweyî û encamstandina şoreşa Rojava spas dikin. Hiso diyar kir ku yekîtiya di navbera Kurdan de ji bo wan di asta jiyanî de girîng e û wiha dewam kir: “Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa leşkerî û polîtîk e. Şoreşa Rojava di heman demê şoreşa jin û aboriyê ye. Gelê Kurd bi şoreşa Rojava re gelek destkeftiyên girîng bi dest xistine. Ev ne tenê destkeftiyên Kurdên li Rojava ne, destkeftiyên Kurdên li çar parçeyan e. Em wek rayedarên Rojavayî hewldanên yekîtiya neteweyî pir watedar dibînin û em careke din jî diyar dikin ku em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin.”

Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî anî ziman ku ji bo avakirina mekanîzmayên hevpar û diyaloga di navbera Kurdan de wê xebatên xwe bidomînin.

Piştî axaftinan heyeta KCD-HDP û DBP’ê ya hevdîtinên xwe yên li Rojava temam kirin li ser Dirbêsiyê re derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.