Heyeta KCD û HDP'ê bi Neçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîn

Heyeta KCD û HDP'ê bi Neçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîn

Heyeta KCD û HDP'ê di çarçoveya gera xwe ya Herêma Federal a Kurdistanê de bi Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk anîn.

Heyeta KCD û HDP'ê bi Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Endamên heyetê diyar kirin ku di hevdîtinê de li ser mijarên yekîtiya neteweyî, parastina hevbeş û rewşa Şengalê rawestiyan û hevdîtin erenî derbas bû. Hate hînbûn ku Buroya DBP'ê ya Hewlêrê têkildarî gera Herêma Federal a Kurdistanê de dê daxuyaniyê bide çapemeniyê.