Heyeta KNK'ê çû serdana YNK'ê
Heyeta KNK'ê çû serdana YNK'ê
Heyeta KNK'ê çû serdana YNK'ê
Heyetek ji KNK'ê çû serdana mekteba siyasî ya YNK'ê. Di hevdîtinê de mijarên rewşa Rojavayê Kurdistanê, girtina deriyê sînor û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurd hatin nirxandin.
Tevî Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade, heyetek ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) duh êvarê çû serdana Mekteba Siyasî ya Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK). Heyeta KNK'ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Mekteba Siyasî ya YNK'ê Mela Bextiyar ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtina bi mijara; rewşa Rojavayê Kurdistanê, girtina deriyê sînor û lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurd de Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade peyivî û got, "Gelê kurd di rojên dîrokî re derbas dibin, ji lewma gelê kurd ji her demekê zêdetir pêwîstiya xwe bi hev û din heye. Bi taybetî gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ku îro rojên sazdana şoreşa neteweyî dijî û dîrokê bi berxwedaniyek bêhempa dinivîsîne, her wiha gelê me li Bakurê Kurdistanê jî, hewlên ji bo avakirina civakeke demokratîk û neteweyî bi serhildan û berxwedaneke bi rûmet dike li ber çavane û hêjayî li berçavgirtinê ye".
Kemalîzade di axaftina xwe de bal kişand ser girtina deriyê sînor û got; " Girtina deriyê sînor ne çareserî ye, ji lewma pêwîste alîkariya ji bo Rrojavayê Kurdistanê ji her demekê zêdetir îro were kirin. Kongreya Neteweyî ya Kurd di demeke nêz de tê li darxistin, lewma her kurdek pêwîste bi fikir û tehlîlên objektîf bikane di bin sîwana kongreyê de were gel hev û temsilîyeteke rast ava bike."
Sekreterê Giştî yê mekteba siyasî ya YNK'ê Mela Bextiyar jî di axaftiya xwe ya li hevdîtinê de got: "Her beşekî Kurdistanê di qonaxên hestyar re derbas dibe, her wiha em dibînin ku pêşketin û pêşveçûnên demokratîk ku di her beşekî Kurdistanê de çêdibin li berjewendî gelê kurd e. Di heman demê de ew hêzên ku metirsiyên wan li ser gelê Kurd û piroseya demokratîk hebûn hêdî hêdî derdikevin holê ku ew nikanin ew îdeolojiyên xwe ên hukumranî bi ser xelk de bisepînin".
Mela Bextiyar di dewama axaftina xwe de got: "Ku asoyên demokratîk hêdî hêdî li berdem gelan û netewan vedibin ji lewma gelê kurd yekemcare dikane kongreyeke neteweyî bi amedebûna nûnerên ji her çar parçeyên Kurdistanê li herêmê kurdistanê- paytext Hewlêr damezrîne".
Sekreterê Mekteba Siyasî Niştimanî ya YNK'ê Mela Bextiyar bal kişand ser kongreya neteweyî ku wê li rojên pêş de were li darxistin û got: "Nûnerên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê wê beşdarî kongirê bibin, pêwîste li ser xal û babetan ji rêjeya sedî çel an pêncî li hev bikin wê ev yek di dîroka kurdan de yekemîn be û ev serketina têgihîştin li yektir û gîhandina peyama aşitî û demokrasî ji bo hukumetên li navçeyan, her wiha dersthilatdaran û hemû hukumetên din. Ev ji bo Kurdan meseleyekî girînge".
Mela Bextiyar di dewamiya axaftina xwe de anî ziman: "Hemû dewlet û desthilatdarên derve naxwazin ku yekitî di navbera Kurdan de were çêkirin. Di ruxandina komara Mihabat, daxwaza têkbirina serhildanên gelê kurd li bakurê kurdistanê, her wiha destwerdana şorerşa rojavayê kurdistanê jî destên wan têde heye, ji ber hatiye zalalkirin ku hukumetên dunyayê meslehetên wan li gel hukumetên eqlîmî ew bû ku îdarey gelanî navceyê bikin û gelê me bixin bin destên xwe, ji lewma komara Mihabatê Emerî ka û Birêtanya jê berpirsyarin".
Di dawiyê de jî Mela Bextiyar bibîrxist û got: "Ev civînên ku em çêdikin, ji bo xwe amedekirin ji bo Kongreya Neteweyî ye û ev cabana hemû ji bo kongireyek serkeftî were li darxistin, kongire ji bo me hemûyan be ne ku kongre ji bo yek alî tenê be û her wiha em hemû ji bo hemûyan bin û em di baweriya ku wê serketin ji bo hemû gelê kurd be li her çar paçeyên kurdistanê.
Mela Bextiyar di dawiyê de raperînên gelan li Bakurê kurdistanê û şoreşa neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê silav kir.