Heyeta Kongreya Neteweyî derbasî Qamişlo bû
Heyeta Kongreya Neteweyî derbasî Qamişlo bû
Heyeta Kongreya Neteweyî derbasî Qamişlo bû
Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî piştî lêkolîn û hevdîtinên xwe yên li Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa derbasî bajarê Qamişlo bû.
Heyeta ku duh ji Dêrikê derbasî Girkê Legê bû, li vir hem li cihê teqîn û pevçûnan lêkolîn kirin hem jî bi saziyên civakî yên li bajêr re hevdîtin pêk anîn.
Heyet di saetên êvarê de jî derbasî bajaroka Çilaxa bû û li cihê teqîna li gundê Zexîre ku çeteyan li vir êrîşî benda Asayîşê kiribû, lêkolîn pêk anî.
Piştî lêkolînê jî endamên heyetê, navenda YPG'ê ya Çilaxa ziyaret kir û der barê pevçûnan de ji fermandaran agahî girt.
Heyeta ku êvarê derbasî bajarê Qamişlo bû, wê îro bi saziyên bajêr re hevdîtinan pêk bîne.
Heyeta ji 9 kesan ku ji bo lekolînkirina rewşa li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ve hat avakirin, roja 19'ê Tebaxê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû.
Di civînên 12-13'ê Tebaxê yên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd de ev heyet hatibû avakirin.