Heyeta Kongreya Neteweyî gihîşt Rojava

Heyeta Kongreya Neteweyî gihîşt Rojava

Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku li dijî êrîş û komkujiyên komên çete, bi armanca piştgirîdayina gelê Rojava hatiye avakirin, gihîşt Rojavayê Kurdistanê. 

Heyeta ku ji 9 kesan pêk tê îro saet derdora 16.30'an de di Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê re derbasî Rojava bû. Heyeta ku ji nûnerên KCK, BDP, YNK, PDK, Yekgirtî Îslamî, Komela Îslamî pêk tê û Partî Demokratî Kurdistan li Îran (PDK-Î), ji aliyê Endama Desteya Bilind a a Kurd û Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mehemed û rayedarên deriyê sînor ve hatin pêşwazîkirin.

Derbarê bernameya heyeta ku derbasî Dêrikê bû de, agahî nehatin dayîn.

Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Nîlufer Koç beriya niha ji ANF'ê re dabû yakirin ku komîteya ji 7 kesan a hatiye  amadekirin, wê bi awayekî giştî rewşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike û li ser pirsa "Kurd çi dixwazin?" lêkolînan bike û gotibû, "Komên siyasî yên cûda yên di civînê de amade bûn El Partî, PYD û rayedarên Yekitî piştrast kirin kuk komkujî hatiye kirin. Ji ber ku ev komkujî hatiye piştrast kirin, mijar ji bo me hatiye girtin."

Hêjayî gotinê ye, li bajaokên Til Hasil û Til Eran ên Helebê, çeteyên El Qaîdeyê êrîşî Kurdan kiribûn û di encamê de herî kêm 70 sivîl bi hovane kuştibûn.