Heyeta Kongreya Neteweyî li Dêrikê lêkolîn kir

Heyeta Kongreya Neteweyî li Dêrikê lêkolîn kir

Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku ji bo lêkolînkirinê hat Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Dêrikê lêkolîn kir ku helîkopterên rejîma Baasê îro herêm bombebaran kirin. Heyet li vê derê ket nava gel û dûre çû serdana birîndarên li nexweşxaneyê.

Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku ji bo lêkolînkirinê hat Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Dêrikê lêkolîn kir ku helîkopterên rejîma Baasê îro herêm bombebaran kirin. Di bombebarana îro ya li Dêrikê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 9 kes birîndar bûn. 

Heyeta ku li cihê bombebaranê lêkolîn kir, bi şahidên bûyerê re hevdîtin kir û agahî stend. Dûre çû serdana birîndarên li nexweşaneyê.

Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ku ji endamên KCK, BDP, YNK, PDK, Tevgerên Îslamî Yekgirtî Îslamî û Komela Îslamî, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) pêk tê, encamên lêkolînên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bike rapor. Rapora lêkolînê ya mijara gotinê, tê payîn pêşkêşî Kongreya Neteweyî ya di meha Îlonê û saziyên navneteweyî bê kirin.