Heyeta Kongreya Neteweyî li Qamişlo dest bi hevdîtinan kir

Heyeta Kongreya Neteweyî li Qamişlo dest bi hevdîtinan kir

Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî piştî lêkolîn û hevdîtinên xwe yên li Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa derbasî bajarê Qamişlo bû û bi welatiyên ji Til Hasil û Til Eranê koçber bûne re hevdîtin pêk anîn.

Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî piştî lêkolîn û hevdîtinên xwe yên li Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa duh êvarî derbasî bajarê Qamişlo bû, heyet îro sibehê dest bi hevdîtin û  lêkolînan kir.

Hate hînbûn ku heyetê îro sibehê bi welatiyên ji Til Hasil û Til Eranê koçber bûne re hevdîtin pêk anîn û der barê komkujiya ku li dijî Kurdên li her du bajarokan pêk hatiye de agahî girtin.

Welatiyekî ku bi heyetê re hevdîtin pêk anî diyar kir ku wan Komîteya lêkolînê der barê komkujiya Til Eran û Til Hasilê de agahdar kirine.

Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî her wiha bi hin malbatên şehîdan re jî hevdîtin pêk anîn. Tê payîn ku heyet hevdîtinên bi niştecihên ji Til Eran û Til Hasilê re dewam bike û paşê bi Serokatiya Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo re jî wê hevdîtinê pêk bîne.