Heyeta ku çû cihê şer rastî gulebaranê hat, YPG'ê bersiva tund da
Heyeta ku çû cihê şer rastî gulebaranê hat, YPG'ê bersiva tund da
Heyeta ku çû cihê şer rastî gulebaranê hat, YPG'ê bersiva tund da
Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ku piştî Dêrikê derbasî herêma Girkê Legê û li herêma şer lêkolîn kirin, rastî gulebarana çeteyan hat. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiva tund da û 2 tangên êrîşkaran hatin derbkirin.
Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd piştî lêkolînên xwe yên Dêrikê, derbasî bajarê Girkê Legê bû. Endamên heyetê li vir destpêkê li cihên ku teqîn lê çêbûne lêkolîn kirin û piştre derbasî gundê Rêmala Paşa ku dikeve başûrê Girkê Legê û demek beriya niha komên çete êrîş kiribûn, bû.
Dema heyetê li gund lêkolîn dikirin, komên çete ji derdora gundê Yusufiyê bi çekên giran û karnasan gule li wesayîtên heyetê reşandin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiveke tund da û pevçûn derketin.
Hate ragihandin ku pevçûn ji gundê Mazlûma û Taya yên Tirbespiyê heta gundên Siwêdiyê, Yusufiyê û Sefa yên Girkê Legê li herêmek berfireh dom dikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di pevçûnên li dora gundê Yusufiyê û Sefa 2 tangên êrîşkaran hatin derbkirin û li qada şer mane.
Di pevçûnên serê sibehê yên gundê Sefa de jî tangek hatibû rûxandin.
Li aliyê din endamên heyetê jî piştî pevçûn destpê kirin, vegeriyan Girkê Legê û bi saziyên sivîl re hevdîtin pêk anîn.