Heyeta ku dîlgirtî ji destê HPG’ê wergirtin bi rê ket
Heyeta ku dîlgirtî ji destê HPG’ê wergirtin bi rê ket
Heyeta ku dîlgirtî ji destê HPG’ê wergirtin bi rê ket
Heyet û dîlgirtî piştî daxuayniya çapemeniyê ya li Herêmên Parastina Medya û îmzekirina protokolan derketin rê.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ji fermandarên HPG’ê Bawer Dêrsim got: “Armanca vê bigiştî ji bo sûd dayîna pêvajoyê ye. Weke dîlên berê jî li hemberî van dîlgirtiyane jî nêzîkatiyekî ne rûmet şikandinê û ne jî rencîde kirinê çênebûye.”
Di merasima li qadên gêrîla hate kirin de endamê konseya Leşkerî ya HPG’ê Bawer Dêrsim axaftinek kir. Dêrsim da diyarkirin ku, “Li ser banga Rêberê me û daxwaza KCK’ê em 8 dîlgirtiyên di destê xwe de radestî heyetê dikin. Armanca li vir bigiştî ji bo sûd dayîna pêvajoyê ye. Heya niha li hemberî dîlgirtiyan nêzîkatiyek nebaş çênebûye. Weke dîlên berê jî li hemberî van dîlgirtiyane jî nêzîkatiyekî ne rûmet şikandinê û ne jî rencîde kirinê çênebûye. Radestkirina dîlan tiştekî mirovî ye. Ne mijara çi bazarane. Sedemê ku em niha li virin hêjan çaresernekirina pirsgirêka Kurd de.”