Heyeta NY lêkolîna xwe temam kir
Heyeta NY lêkolîna xwe temam kir
Heyeta NY lêkolîna xwe temam kir
Heyeta NY’ê ya ku bi erka lêkolînkirina li ser îdîaya li paytexta Sûryeyê Şamê êrişa çekên kîmyawî çêbûye, li herêma Muaddamiyet eş-Şamê lêkolînên xwe temam kirin.
Li gorî rayedarên NY’ê zanyariyên dayîn, çûne herêma Muaddamiyê û heyeta NY’ê li nexweşxaneya Sahra li gel xwebatkarên tendoristiyê û yên ku ji êrişê bandor bûne hevdîtin çêkirin. Li vir li mizgeft û gûristanekê jî geriyan. Piştî ku heyetê nûmûne ji herêmê girtin ji wir veqetiyan.
Heyeta NY’ê vegeriyan otêla ku lê diman û ragihandin ku wê piştre biçine herêma Bakurê Xûta.
Heyeta NY’ê ya ku li ser îdîayên li Şamê çekên kîmyawî hatine bi karanîn ku li Sûryeyê dima, dema ku diçûne herêma Xûta Muaddamiyet eş-Şamê, karvanê wan ji aliyê sekvanan ve li rastî êrişa guleyan hatibû.
Piştî êrişê bi şêweyekî parastî vegeriyan nuqteya kontrolê a hikûmetê û diyarkiribûn ku piştî gûhertina maşînê wê cardin biçine herêmê. Heyetê piştî wêna dest bi xwebatên xwe yên lêkolînê li herêmê kiribû.