Heyeta Rojava: Divê gelê Amed piştgiriyek xurt bide Rojava
Heyeta Rojava: Divê gelê Amed piştgiriyek xurt bide Rojava
Heyeta Rojava: Divê gelê Amed piştgiriyek xurt bide Rojava
Endamên Meclisa Tenduristiyê ya Rojava KCD ziyaret kir. Endamê Meclisê Dr. Abdullah Ehmet, bang li hemû gelê Amedê kir û xwest li Gelê Rojava xwedî derkevin. Heyetê axa ku bi xwe re ji Rojava anîbûn diyarî KCD'ê kir.
Heyeta Meclisa Tenduristiyê ya Rojava ku ji bo Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê hatibû Êlihê û piştre hatin Amedê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê ziyaret kirin. Endamê Meclisê Dr. Abdullah Ehmet, Berdevkê Meclisa Tenduristiyê ya Qamişlo Suleyman Ehmet û endamên tenduristiyê KCD ziyaret kir. Li ser navê heyetê Dr. Hejar Abdullah Ehmet, diyar kir ku li Rojava şoreşek gelek mezin heye û ev şoreş gihiştiye asta ku tê xwetin. Ehmet, anî ziman ku ew dixwazin gelê bakûr bi şev û roş bixebitin û piştevaniya gelê rojava bikin. Abdullah Ahmet, da zanîn ku ji Efrinê heta Sinor berxwedan berdewam dike. Ahmet xwest gelê Amedê li hemberî êrîşên li dijî gel rabe ser piyan û piştgiriyek xurt bide gelê Rojava.
Heyeta Rojava piştî KCD ziyaret kir, axa ku bi xwe re ji Rojava anîbû diyarî KCD'ê kir.