Heyeta Rojava ÎHD ziyaret kir
Heyeta Rojava ÎHD ziyaret kir
Heyeta Rojava ÎHD ziyaret kir

Heyeta ji rayedarên Kantonên Efrîn û Cizîrê yên Rojava, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kir. Di serdanê de ambargoya li ser deriyên sînor hat nirxandin û bal hat kişandin ser girîngiya parvekirina piştevanî û ezmûnê.
Heyetek ji rayedarên Rojavayê Kurdistanê ku li ser vexwendina Kongreya Civaka Demokratîk hat Amedê, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kir. Heyeta ji Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim, Serokê Komîsyona Têkiliyên Deve ya Kantona Efrînê Silêman cafer û Alîkara Hevseroka Kantona Cizîrê Nezîre Gewriye, ji aliyê Serokê Rêxistina ÎHD ya Amedê Racî Bîlîcî û Sekreterê Şaxê Abdulsselam Înceoren ve hat pêşwazîkirin.
Heyetê der barê xebatên komeleyê û binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê de agahî ji Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî wergirt. Bîlîcî diyar kir ku serdana heyeta Rojava ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û di axaftina xwe de bal kişand ser ambargo û astengiyên li deriyên sînor. Bîlîcî ragihand ku wan xwestine gelek caran biçin Rojava û lêkolînê bikin lê belê rastî astengiyê hatine û destnîşan kir ku ev astengî di heman demê de di şandina alîkariyên însanî de rû dide.
Endamên heyetê, ji bo rakirina ambargoya li ser deriyên sînor û herdemîbûyîna alîkariyên însanî bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê û diyar kir ku li gel alîkariyê divê tecrûbe jî bên parvekirin.