Heyeta Rojava rapora xwe radestî komîteya Amadekar kirin
Heyeta Rojava rapora xwe radestî komîteya Amadekar kirin
Heyeta Rojava rapora xwe radestî komîteya Amadekar kirin
Heyeta ku rewşa li Rojava lêkolîn dike, encamên lêkolînên xwe bi şêweyekî rapor radestî komîteya Amadekara Kongireya Navnetewî a Kurd kirin.
Komîteya Amadekara Kongireya Navnetewî a Kurd ku ji bo lêkolînkirina şert û mercên gel û bûyerên li Rojava di qewimin heyetek hatibû amadekirin, di 23’ê Tebaxê de heyet vegeriya Hewlêrê û ji bo lêkolînên xwe bi şêweyekî rapor radestî komîta Amadekar bikin sê rojan civîn çêkirin. Rapora ku heyetê amade kir radestî Komîteya Amadekara Kongireya Navnetewî a Kurd kirin.
Piştî civînê endamên Komîteya Amadekar Kemal Kerkûkî, Zekî Şengal û ji heyeta çûne Rojava jî Mahmûd Gergerî, Delîl Amed û Şîlan Emînoglu ku amade bûn daxuyaniyekî kurt a çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rapora heyetê amade kiriye wê Komîteya Amadekar di roja 28’ê Tebaxê de binirxîne û piştre jî wê daxuyaniyekê bidin. Di daxuyaniyê de ku Kerkûkî û Şengal axivîn, her du yan jî diyar kir ku bêy Komîteya Amadekar raporê binirxîne wê ti daxuyanî nedin û bal kişande ser daxuyaniyên bêne dayîn jî wê ti wateyek wan nebe. Li ser naveroka raporê hate diyarkirin ku rapor bi hûrkolînek pir mezin û baldariyekî mezin hatiye amadekirin û hemû zanyariyên pêwîst di navdane.