Heyeta Şopandinê ya Sêrtê rapora xwe ya 3 mehan eşkere kir

Heyeta Şopandinê ya Sêrtê rapora xwe ya 3 mehan eşkere kir

Heyeta Şopandinê ya Sêrtê, çavdêriyên xwe yên 3 mehan ên li ser vekişîna gerîlayên HPG'e, bi raporekê ji raya giştî re eşkere kir. 

Heyeta Şopandinê ya Sêrtê, çavdêriyên xwe yên 3 mehan ên li ser vekişîna gerîlayên HPG'e, bi raporekê ji raya giştî re eşkere kir. Heyata ku ji ÎHD, Hewldana Aştiyê, TUHAD-DER û Odeya Tabîban pêk dihat, li avahiya ÎHD'ê ya Sêrtê bi daxuyaniyekê rapora xwe eşkere kir. 

'TEVGERA ARTÊŞA TIRK A LI HERÊMÊ DEWAM DIKE'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin ku li ser navê heyetê daxuyanî xwend diyar kir ku li gor çavdêriyên wan li heremê di nava van 3 mehên dawî de tevgera leşkerî ya artêşa tirk ranewestiyaye. Aydin, diyar kir ku li heremê lêgerînên li ser rê hatine zêdekirin, tetbîqat û çalakiyên leşkerî yên din hatine domandin û her tim jî heron hatine firandin. Aydin, diyar kir ku heron û yekîneyên artêşa tirk li heremê her tim keşfê dikin, kêmîn diavêjin û ji ber vê jî vekişîna gerîlayên HPG'ê dikeve nava xeteriyê. 

Di di daxuyaniyê de hate xwestin ku dev ji van pêkanînan were berdan û ji bo pêvajo baş birêve biçe mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin.