Heyetê bi dîlgirtiyan re hevdîtin kir
Heyetê bi dîlgirtiyan re hevdîtin kir
Heyetê bi dîlgirtiyan re hevdîtin kir
Heyeta ji bo ku leşkerên dîl yên di destê HPG’ê de bigire, gihiştin qada gerîla.
Heyeta ku dê dîlên di destê HPG’ê de teslîm bigirin gihiştin qada dê teslîm bigirin. Heyeta HPG’ê ya ku serokatiya Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Bawer Dêrsim kir û heta ji vir çû hevdîtin kirin û piştre bi leşkerên dîl girtî re hevdîtin kir.
Heyeta bi dîlgirtiyan re hevdîtin kir, rewşa tenduristiya wan pirsî. Leşkeran dîl girtî diyar kirin ku rewşa wan başe. Heyeta HPG’ê rapora tenduristiya leşkeran jî teslîmê heyetê kir.
Pitşî kontrol û daxuyaniyên bê kirin dê dîlgirtî bê teslîm kirin û dê berbi Deriyê Xabur derkevin rê.
Dîlên di destê HPG’ê de der barê rojê de ev nirxandin kirin.
Endamê qeymeqamtiyê Kenan Erenoglu: Dema em hatin pêvajoyek cuda dest pê kiribû, niha jî pêvajoyek cuda dest pê kir. em di pêvajoyek baş de ne. pêvajoyeke erêniye. Tiştên ketin ser milê me, me kir. niha em bi hewayek baştir vediqetin. Ji bo ku hesreta malbata min diqede ez kêfxweşim.
Berbaz Abdullah Sopçeler: Ji bo ku ez digihijim malbata xwe kêfxweşim. Tişta ku pêwist bû ev encam bû. bila bo her kesî bi xêr be.
Polîs Nadîr Ozgen: Hêviya me eve ku pêvajo baş be. Bila bi xêr be. Me pêşveçûn ji radyoyê guhdarî kir. înşalah dê baş be.
Leşker Hadî Gîzlî: Demek dirêj çêbû. Bila ser xêrê be.
Leşker Ramazan Başaran: Hêviya min eve ku ev pêvajo bi baş be.
Leşker Reşat Çeçen: Hêviya min eve ku aştî pêk were
Çawîşê Pispor Kemal Ekîncî: Pêvajo baş diçe. Bila ser xêrê be. Zarokekî min yên hêj nehatibû dinê hebû, ezê wî bibînim. Hesreta malbata min dê bi dawî be.
Çawîşê pispor Zîhnî Koç: Ez jî wek hevalên xwe kêfxweşim.