Heyetek ji Başûrê Kurdistanê çû serdana DTK’ê

Heyetek ji Başûrê Kurdistanê çû serdana DTK’ê

Li Başûrê Kurdistanê heyetekî ku ji nûnerên Yekitiya Parlementerên Kurdistanê pêk dihat DTK ziyaret kirin.

Heyeta ku ji Başûrê Kurdistanê hetin û di nava heyetê de Serokê Yeketiya Parlementerên Kurdistanê Necat Yasîn û nûnerên Yeketiya Parlementerên Kurdistanê Xelîl Îbrahîm û Ferhat Avnî ji di navde bûn Kongireya Civaka Demokratîk (DTK) ziyaret kirin.

Heyet ku ji aliyê endamê Daîmî yê Meclisa DTK’ê Seydî Firat û Endamê Dîwana DTK’ê Edîp Yaşar ve li avahiya DTK’ê pêşwazî kirin. Xelîl Îbrahîm ku got ew ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê a li Tirkiyê hatine wiha got: “Em bi parlementerên Kurd yên BDP’ê, AKP’ê û CHP’ê re hevdîtin pêk anî. Di heman demê de jî em bi PYD’ê û rayedarên Encûmena Niştîmanî re hevdîtin pêk anî. Em dixwazî yeketiyekî nû ku ji hemû partiyan pêk tê çêbikîn. Em dixwazîn li ser vê yeketiyê tekoşîna Kurdan a azadiyê hem li Ewropa û welatên din yên kurd lê dimînin hîn bilintir bikîn. Yeketiya Kurdan tê wateya aştiya Rojhilata Navîn.”

Edîp Yaşar ku şûnda axivî got ku pêwiste hemû Kurd piştgiriya Kurdên Rojava bikin û wiha dewam kir: “Em di pêvajoyekî dîrokî re derbaz dibîn. Rola Parlementoya Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêka Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê de pir giringe. Pêwiste welatên li herêmê ji serkeftinên kurdan ne tirsin. Gelê Kurd jî weke gelên din dixwaze çanda û zimanê xwe azad bijî. Em aştiyê dixwazîn.”
piştî daxuyaniya heyetê û nûnerên DTK’ê şûnde ziyaret bi şêweyekî ji çapemeniyê re gitî dewam kir.