Heyetek ji Herêma Baskê ji bo dîtina rewşa Şengaliyan hat Amedê

Heyetek ji Herêma Baskê ji bo dîtina rewşa Şengaliyan hat Amedê

Heyetek ji Herêma Baskê, ji bo dîtin û lêkolînkirina rewşa Şengaliyên ji ber êrîşên DAIŞ'e neçar mane cih û warên xwe biterikînin, hat Amedê.

Endamên Komîteya Piştevaniyê ya Baskê (Komite Internazionalist), ku li herêma Baskê kar dike û di heman demê de rêxistinbûyîneke siyasî yıe, Şaredariya Sûrê ziyaret kir.

Heyeta ku bi Hevşaredarên Sûrê Fatma Şik Barût û Seyîd Narîn re rûnişt, ji ber seferberiya alîkariya ji bo Êzidiyên Şengalê, spasiyên xwe pêşkêşî wan kir. Endamên heyetê der barê xebatên ji bo Êzidiyan tên meşandin d agahî stend.

Hevşaredaran Narîn û Şik Barût jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman û anîn ziman ku ji bo rewşa li herêmê ji aliyê cîhanê ve bê dîtin weke Partiya Herêman a Demokratîk û rêveberiyên herêmî ew xebatên xwe dewam dikin.

Endamên Komîteya Herêma Baskê ya Spanyayê dan xuyakirin ku ew ê derbasî Pirsûsê bibin û koçberên ji Kobanê jî ziyaret bikin.