Heyva Sor 23 ambulans, 300 kon û 4 ton derman şand Rojava
Heyva Sor 23 ambulans, 300 kon û 4 ton derman şand Rojava
Heyva Sor 23 ambulans, 300 kon û 4 ton derman şand Rojava
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya ku di destpêka sala 2013'an de ji bo Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin de, di nava 10 mehan de 23 ambulans, 4 ton derman, 140 ton şîrê zarokan, 300 kon û milyonek Euro ji bo herêmên Efrîn û Kobanê şandin.
Saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Almanyayê ye, di destpêka sala 2013'an de ji bo herêmên Efrên û Kobanê ku rastî êrîşên komên çete tên, kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de, li seranserê Almanya û gelek welatên Ewrûpayê xebat hatin birêvebirin. Di encama van xebatan de, ji bo malbatên ku ji ber êrîşên komên çete û hêzên rêjîmê ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê koçî Efrînê kirine, 300 kon malbatî yên taybet hatin şandin.
Ji ber ku li Rojava yek ji pirsgirêkên bingehîn tunebûna şîrê zarokan bû, Heyva Sor a Kurdistanê, di çarçoveya kampanyayê de 140 ton şîr ku buhayê wê 100 hezar Euro ye şand herêma Kobanê.
DÊ LI ROJAVA HEZAR KURBAN BÊN BELAV KIRIN
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Şemsettîn Kara di derbarê kompanyayê de agahî dan û da diyar kirin ku, di çarçoveya kampanyayê de 23 ambulans, bêtirî 4 ton derman, alavên nexweşxaneyan, 140 ton şîr ji bo zarokan û milyonek Euro wekî alîkarî şandin Rojava.
Rêxistina Alîkariyê a Kurdan li Ewrûpayê û Aktîvîstên Yekîtiya Kurd bi dildarî mal bi mal gerîyan û alîkarî komkirin û wê kompanya dewan bike.
Serokê Heyva Sor Kara da diyarkirin ku, wê bi wesîleya cejna kurbanê wê hezar kurbanan ji şaxên Heyva Sor a li Rojava re bê şandin. Kara destnîşan kir ku wê ji vane 400 ji bo Efrîn û Helebê, 200 ji bo Kobanê û 400 ji bo herêma Cizîrê werin belav kirin.
JI HER WARGEHEKÊ RE MAŞÎNEYEK YA îTFAİYE
Kara da diyar kirin ku di hedeva wan de heye ku ji bo her wargehekê îtfaiyekê bi şînîn, û got ev armaca me jî beşek jê giha armenca xwe û kara destnîşan kir ku ji niha û şunde jî daxwaza wan ewe ku ji bo her bajar û navçeyê maşîneyek ya îtfaiyê û yek ya çupê bi şînin.