Heyva Sor a Kurd alîkarî li gundên Qamişlo belav kirin

Heyva Sor a Kurd alîkarî li gundên Qamişlo belav kirin

Saziya Heyva Sor a Kurd jî, alîkariyên ji Bakur hatin li gundê girêdayî bajarê Qamişlo belav kirin. Alîkariyên demên dawî ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava dibin, bi awayekî adilane li welatiyên muhtac tên belav kirin.

Piştî temamkirina belavkirina alîkariyê li navenda Qamişlo, Saziya Heyva Sor a Kurd alîkarî li gundên derdorê belav kirin.

Doh piştî alîkarî ji Nisêbînê gihiştin, endamên saziya Heyva Sor a Kurd li gundên Hîmo, Navkir, Embarê, Xerab Kort, Til Şeîr, Kodo, Neqarê, Xirbê Iniz, Herem  Şêxo, Qîra, Girsor û Girbawî, ard belav kirin..

Serokê Meclîsa gundê Hîmo Hesen Mihemed anî ziman ku ew tevî saziya Heyva Sor a Kurd alîkariyan li gorî pêdiviyan li malbatan belav dikin..