Heyva Sor a Kurd derman ji Til Koçer re şand

Heyva Sor a Kurd derman ji Til Koçer re şand

Şaxê Heyva Sor a Kurd û Meclisa Tenduristiyê yên bajarê Dêrikê dermanên pêwîst dane navenda Tenduristiyê ya bajarê Til Koçer.

Piştî ku bajarê Til Koçer ji destê komên çete hate rizgarkirin û welatiyên bajêr vegeriyane malên xwe, sazî, komîteyên xizmet û alîkariyê ketin nava tevgerê. Şaxê Heyva Sor a Kurd û Meclisa Tenduristiyê yên bajarê Dêrikê dermanên pêwîst dane navenda Tenduristiyê ya bajarê Tilkoçer.

Şandeya Hevya Sor a Kurd û Meclisa Tenduristiyê yên bajarê Dêrikê çûn serdana navenda Tenduristiyê ya bajarê Tilkoçerê û dermanên pêwîst yên mîna dermanên alîkariya lezgîn, Antîbiyotîk, sîrom û dermanên din radestî rêvebirên navendê kirin.  Endamê Hevya Sor a Kurd Dr. Ehmed Şêxo diyar kir ew hewil didin ku navenda Tenduristiyê ya Tilkoçerê ji nûve têkeve nava xebatê û xizmeta welatiyan bike. Niha wan dermanên pêwîst radestî Navendê kirine.  Şêxo da zanîn ku ew amadene hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî navenda Tenduristiyê ya Tilkoçerê bikin.

Endama Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Dêrikê Rojîn Ehmed jî diyar kir ku jiber welatiyên Tilkoçer vegeriyane malên xwe pêwîste navenda Tenduristiyê jî dest bi xebatên xwe bike.