Heyva Sor Navenda xwe ya li bajarê Qamişlo vekir

Heyva Sor Navenda xwe ya li bajarê Qamişlo vekir

Yekemîn saziya alîkariya mirovahî ya Rojavayê Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd xwe li her deverê bi rêxistin dike. Piştî Amûdê, Heyva Sor li bajarê Qamişlo jî navenda xwe vekir.

Li taxa Elsiyahî yê bajarê Qamişlo bi tevlibûna endamên Heyva Sor ya Kurd li Amûdê û seroka meclîsa gel ya bajarê Qamişlo, navenda Heyva Sor a Kurd bi  merasîmek hat vekirin.

Di merasîmê seroka meclîsa gel a Qamişlo Remziya Mihemed axaftinek kir û vekirina navendê li gel pîroz kir.

Remziye Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya vekirina navendê di warê picîhanîna pêdiviviyên bingehîn yên tenduristiyê, herweha bang li welatiyên xwedî pirsgirêkên tenduristî kir da ku berê xwe bidin navendê.

Endamê Heyva Sor a Kurdî Doktor Kamûran Husên jî axifî û diyar kir ku navend wê alîkariyê bide hemû pêkhateyan û deriyê wê li pêşiya herkesî dê vekirî be.

Yekemîn saziya alîkariya mirovahî ya Rojavayê Kurdistanê Heyva Sor a Kurd roja 22’yê berfanbara 2012’ê li bajarê Amûdê bi armanca belavkirina alîkariyê li xizan û hejarên Rojavayê Kurdistanê hate avakirin.