Hêza ewlekariyê ya Suryaniyan a Rojava: Sutoro
Hêza ewlekariyê ya Suryaniyan a Rojava: Sutoro
Hêza ewlekariyê ya Suryaniyan a Rojava: Sutoro
Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdan, hêza rêxistinî ya hemû gelên li Rojava dijîn derxist holê. Li Hesekê, di nava mehekê de 100 ciwanên Suryanî beşdarî nava refên hêza ewlekariyê ya Suryaniyan Sutoro bûn. Hêza jinê ya di rojên pêş de bê ragihandin.
Suryaniyên ku bi şoreşa Rojava re bi nasnameya xwe derketin pêş, li bajarê Hesekê hêza ewlekariyê ava kirin.
Hêzên Sutoro (hêzên asayîşê Suryaniyan) di 23’ê Tîrmeha 2014’an li bajarê Hesekê li ser daxwaza gelê Suryaniyan ji bo parastina taxên bajar û pêkanîna projeyek li ser bingehê demokrasiyê hate avakirin.
Hêjmara endamên hêzên Sutoro bi giştî 100 kes in û parastina bajar û hemû pêkhateyên wê dikin.
Hêzên Sutoro bi koordînekirina Hêzên Asayîşa Giştî ya Rojava Kurdistanê û Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan kar û xebatên xwe berdewam dikin û bi Asayişa Giştî ya bajêr re alîkar in.
Pirsgirêkên girêdayî pêkhatiyên Suryan li gel hêzên Asayîşê li hêzên Sutoro tên guhestin ji bo werin çareserkirin.
Heya niha bi giştî 17 pirsgirêk hatine ber destê hêza Sutoro, ji van 16 hatine çareserkirin û yek jî li ser tê nîqaşkirin.
Endamê Rêveberê Hêzên Sutoro li bajarê Hesekê Sefer Enter armanca damezirandina Hêzên Sutoro anî ziman û wiha got:"Hêzên Sutoro di 23’ê Tîrmeha 2014 de li bajarê Hesekê hate avakirin, li ser daxwaza gelê Suryaniyan ji bo parastina ewlekariya bajar û bûye dergûşa gelê Suryaniyan.”
Li ser tevlîbûna endaman di nava Sutoro de Enter wiha got:"Ciwanên Suryanî bi coş û kêfxweşiyek mezin beşdarî nava Hêzên Sutoro dibin, ji bo hebûna xwe biparêzin li hemberî êrîşên ku li ser pêkhateya Suriyan tên kirin.”

WATEYA SUTORO
Enter li ser wateya peyva Sutoro û sembola wê jî wiha got: "Peyva Sutoro li gorî zimanê Suryaniya tê wateya parastin yan jî Polîs, her wiha 3 stêrk heyîn jî nîşaneya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryani yên li Rojava dijîn û baskên Teyr jî hêzê dide nîşankirin. Xwedanê roj, stêrka di navê de sembola dîroka Suryaniya a Îştare.”
Enter destnîşan kir ku ew ê di demek nêz de hêzek jinan jî avabikin.